Ji tecrîdê û wêdetir e

Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 21:15

  • Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan gilî û gazin kir ji ber ku di cejnê de jî nehiştin ew biçe Îmraliyê û got, “Ti hêviya min ji vê dewletê û hiqûqa wê nîne."

ZEYNEP KÛRAY / ANF/STENBOL

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan gilî û gazin kir ji ber ku di cejnê de jî nehiştin ew biçe Îmraliyê û got, “Ti hêviya min ji vê dewletê û hiqûqa wê nîne."

Tevî ku nivîskarekî têkildarî tecrîda li Îmrailyê spekulasyona 'wê destûra hevdîtinê bê dayin' kiribû jî di cejnê de jî destûr nehate dayin ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re bê kirin.

Mehmet Ocalan li ser mijarê axivî û bi bîr xist ku zêdeyî salekê ye ew nikarin agahiyê ji kekê xwe wergire. Wî got, miracaetên wan û parêzeran bi hinceta 'cezayê dsîplînê' têne redkirin. Ocalan diyar kir ku êdî ti gotina ji bo terîfkirina vê bêhiqûqiyê nemaye û wiha peyivî:

"Mirovek dikare girtî yan jî hikumxwar be. Lê belê li gorî qanûnên Tirkiyeyê mafên wan hene. Her kes dikare bi malbata xwe û parêzeran re hevdîtinê bike. Lê belê dema mesele Îmralî ye, welê dikin, weke ku ev maf nîne."

Mehmet Ocalan bi bîr xist ku ev bêhiqûqî ne tenê li hemberî kekê wî, her wiha li hemberî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî tê kirin û wiha dewam kir, "4 sal in, ne karin malbata xwe ne jî xizm û parêzerên xwe bibînin. Ne rewşek e ku bê qebûlkirin. Ji bo min a giring encam e. Ya rast êdî hêviya min ji vê dewletê, ji hiqûqa wê nemaye. Ji 3'ê Adara 2020’an ve em nikarin hevdîtinê bikin. Herî dawî 5 deqeyan bi Abdullah Ocalan re axivîm. Tecrîd tê gotin, lê belê ev rewş êdî ji tecrîdê jî wêdetir e, pênaseyeke cuda jê re divê. Divê Komara Tirkiyeyê navekî cuda li vê bike. Ji ber ku kiryareke bi temamî li dijî kesekî heye. Ti elaqeya vê kiryarê bi hiqûqê re nîne, bi temamî siyasî ye û aliylê wê yê siyasî jî aydî wan e."

Muxalefet jî ne ti muxalefet e

Mehmet Ocalan nerazîbûn nîşanî partiyên siyasî jî da ku îdîa dikin ku ew demokrasiyê diparêzin, lê belê li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng in û got, van partiyan di mijara bêhiqûqiya li Îmraliyê de gotineke bi tenê jî nekiriye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.