- Welthungerhilfe li ser nerazîbûnan projeya nûkirina xaniyên dagirkerên Efrînê betal kir.
Di nûçeya me ya doh de me li ser projeya restorekirina xaniyên çeteyên dagirker li Efrînê rexneyên saziyên civaka sivîl nexasim jî yên GfbB e.V. li rêxistina alîkariya insanî Welthungerhilfe, ji manşeta rûpela xwe ragihandibû. Li ser van nerazîbûnan, Welthiungerhilfe doh bi daxuyaniyekê da zanîn ku wê ev projeya hanê betal kiriye.
Civaka ji bo miletên di tehlûkeyê de (GfbV e.V.) di rexneya xwe de argûmanên xwe wiha rêz kiribûn:
* Xanî yên malbatên Kurd in ku bi darê zorê ji welatê xwe hatin kirin
* Niha di wan de milîsên (çeteyên) Îslamî û malbatên wan dimînin
* Ev guhertina demografiya deverê ya li dijî hiqûqa navneteweyî ye
Piştî vê jî, GfbV ji Welthungerhilfe xwestibû tavilê projeyêrawestîne. Beriya wê jî 5´ê Mijdarê 24 rêxistinên civaka sivîl ji Elmanya û Rojavayê Kurdistanê ev proje weke hevkariya dagirkeriya dewleta Tirk û siyaseta Erdogan bi nav kiribû.
Axir doh Welthungerhilfe e.V. daxuyaniyek da û got, wê ev proje daye rawestandin. Wê behsa protestoyan kir, lê negot ka sedema protestoyan çi ye. Di dawiya daxuyaniya xwe de wê got, "Piştî kontrola agahiyên berdest hemûyan em gihiştin wê encamê ku em xaniyên hatine xirakirin, tamîr nekin. Gumana me ya heq hebû ku prensîpên me yên sereke yên alîkariya insanî yên weke bêalîbûnê di şert û mercên heyî de wê nikaribin pêk bên."
NAVENDA NÛÇEYAN