Ji şoreşê ber bi otorîterîyê ve

Pêncşem 23 Tîrmeh 2026 - 15:00

  • Şoreşa Sandînîst ku di sala 1979’an de li Nîkaraguayê bi dawîanîna dîktatoriya Somoza dest pê kir, bi reformên wekî reforma erd, perwerde û tenduristîyê di warê civakî de gavên giring avêtin.

 

Di salên 1980’î de rêveberiya şoreşger rastî êrişên leşkerî û dorpêça aborî ya DYA’yê hat ku bû sedema kuştina deh hezaran sivîlan. Lîderê FSLN’ê Daniel Ortega ku di sala 2007’an de careke din hat ser kar, bi taybetî piştî tepeserkirina protestoyên 2018’an kontrola xwe ya li ser dewletê xurtir kir. Bi reformên destûrî yên sala 2025’an re, Ortega û hevjîna wî bûn "Hevserok" û tevgereke ku ji bo azadiyê hatibû destpêkirin veguhastin desthilateke otorîter û malbatî.

Têkoşîna li dijî dîktatoriya malbata Somoza ku di dawiya salên 1950’î de dest pê kiribû, di salên 1960’î de bi avabûna Eniya Rizgariya Neteweyî ya Sandînîst (FSLN) ket qonaxeke nû. FSLN tevgereke heterojen bû; tevî ku ji fikrên marxîst û ji Şoreşa Kûba û Cezayîrê îlham digirt, bingeha xwe ya îdeolojîk dispart ramanên Augusto Cesar Sandino. Sandino rêberê gerîla bû ku di navbera salên 1927-1933’an di şerê de li dijî dagirkeriya Amerîkayê de hatibû kuştin.

Piştî serkeftinê, Meclîsa Jinûveavakirina Neteweyî hat damezrandin û desthilat kete destê FSLN’yê. Rêveberiya şoreşger di demeke kurt de guherînên giring pêk anîn: reforma erdan hat kirin, xizmetên tenduristî û perwerdehiyê bûn belaş, mafên sendîkayan hatin garantîkirin û piştgiriya teknîkî û krediyê ji bo cotkarên biçûk û koperatîfan hat peydakirin. Di heman demê de kargêriya av û elektrîkê hat neteweyîkirin û gavek giring ji bo wekheviya zayendî hat avêtin.

Lîderê FSLNê Daniel Ortega ku di navbera salên 1985–1990’î de serokatiya welêt kiribû, di hilbijartina 1990’î de li hember Violeta Chamorro têk çû. Lêbelê Ortega  di 2007’an de careke din hat hilbijartin û ji wê demê ve li ser kar ma.

Di sala 2018’an de, dema ku li dijî rejîma Ortega protestoyên girseyî dest pê kirin, bersiva dewletê gelekî hişk bû û nêzîkî 300 kes hatin kuştin. Piştî vê pela serhildanê, Ortega kontrola xwe ya li ser saziyên dewletê xurtir kir û modela otorîter girantir kir. Di sala 2025’an de Kongreya Nîkaragûayê reformeke destûrî pejirand ku li gorî vê, Daniel Ortega û hevjîna wî (Cîgira Serok Rosario Murillo) bûn “Hevserok” û maweyê serokatiyê ji 5 salan derket 6 salan. Bi vê gavê re, FSLN û desthilata Ortega ji daxwazên destpêkê yên Şoreşa Sandînîst dûr ketin û kontroleke hişk û malbatî li welêt ava kirin.

BERWAR NEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.