Ji Şêrawa 3 kes revandin

Yekşem 26 Hezîran 2022 - 22:24

  • Çeteyên dagirkeriya Tirk piştî ku li pêş xizmên wan li wan dan, 3 welatî ji navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk piştî ku li pêş xizmên wan li wan dan, 3 welatî ji navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çavkaniyên ji navçeya Şêrawa didin zanîn ku çeteyên “Feyleq El-Şam” ên bi serkêşiya “Ebû Idrîs” 3 welatiyên xelkê gundên Fafirtîn û Burc Qasê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, revandine.

Li gorî çavkaniyê, welatiyên hatine revandin ev in: Yasir Cuma Elo, Xelîl Ehmed Şawtî (ji gundê Fafirtînê) û Mihemed Ehmed Silêman (ji gundê Burc Qasê).

Heman çavkaniyê got, çeteyan li pêş xizmên welatiyên revandî li wan daye û dijûn ji wan re kirine, piştre her sê welatî ber bi cihekî nediyar ve birine.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.