Ji ser erda Iraqê derkeve

Nûçeyên Cîhan

În 19 Sibat 2021 - 01:25

  • Welatiyan pankarta “Em êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê şermezar qebûl nakin” bilind kirin û dirûşmeyên li dijî Tirkiyeyê gotin.

Welatiyên li paytexta Iraqê Bexdayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Iraqê xwepêşandan kirin û ji hikûmetê xwestin ku li dijî êrişan helwest nîşan bide û hêzên Tirkiyeyê ji ser axa Iraqê derxîne.

Li paytex Bexdayê doh komek welatiyan li nêzî sefaretxaneya dewleta Tirk kom bûn û li dijî êrişên dagirkeriyê yên ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan. Welatiyan pankarta “Em êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê şermezar qebûl nakin” bilind kirin û dirûşmeyên li dijî Tirkiyeyê gotin.

Hêzên Iraqê rêyên derdora sefaretxaneyê girtin û nehiştin kes biçe sefaretxaneyê.

Di xwepêşandanê de bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk helwest nîşan bide, her wiha hêzên Tirkiye yên li ser xaka Iraqê derxîne derve.

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.