Helbestvan Selîm Temo pirtûkek nû bi navê “Hilbe Kobanî” derxist. Pirtûka ku ji Weşanên Dara derketiye, di 10’emîn salvegera rizgariya Kobanî de hat belavkirin.
Pirtûka Selîm Temo “Hilbe Kobanî“ wekî helbesteka teatral hatiye nivîsîn. Kobanî roja 26’ê rêbendanê saet sisê kêm deh deqîqeyan de hat rizgarkirin; nûçeya belavkirina pirtûkê jî heman kêliyê ji aliyê Weşanxaneyê ve hat belavkirin.
Weşanxaneyê wisa gotiye, “Pirtûka nû ya Selîm Temoyî wekî ‘helbestşano’ (poetheatrical) hatiye pênasekirin, ji du perdeyan pêk tê û 72 rûpel e. Lehengên helbeste-şanoyê 'vebêj', 'orkestra' û 'koro' ne û sehneyên berxwedana Kobaniyê di nav dîrok û mekanê de dinimînin. Pirtûk hem ji bo xwendin û hem jî ji bo leyîstinê ye.”
Selîm Temo jî li ser pirtûka xwe van tiştan nivîsî; Ere heval; îro 26ê meha Çile, 2015, Kobanî rizgar bû, saet; sisê kêm deh deqqe. Eynen wisa, eynen wisa!” Kobaniyê'yi kurtardın: “Hilbe Kobanî” Geriye doğru giderken denizde pirtûk yaptı. Di nav van deh salan de “Keştiya Bayê”, “Pûnga li Bajêr” û “112 Hesp û Xezelek” xelas bûn, çap bûn, lê “Hilbe Kobanî” ma. Li benda formekê ma, li benda hesteka domdar ma, li benda dengekî çardexur ê poetîk û dramatîk ma. Ber bi dawiya Mijdara 2024an ve “çû serî”; wek reşnivîs (taslak-esquisse) û wek helbeste-şano ku di hemû zimanan de navekî “nû” ye.
NAVENDA NÛÇEYAN