• Îşxan Anqosî: Ew Kurdên Êzdî û Misilman jî, wan cîh û warê xwe hişt, berê xwe dane Rûsyayê, Ukraynayê, Belorûsyayê, Azerbêcanê û welatên Ewrûpayê. Eger bi vî awayî be, di 15-20 salan da Kurdên Ermenistanê wê bihelin.

Îşxan Anqosî ji Kurdên Êzîdî yên Sovyetê ye. Ew lêkolînerekî pispor ê Rojhilata Navîn e. Di serdema Sovyetê de ew ji şêwirmendên dawî yên Efxanistanê ye. Piştî hilweşîna Sovyetê wî demekê serdozgeriya Moskovê jî kiriye. Wî ji me re di ser serpêhatiya xwe ya malbatî re bi nivîsekê behsa Kurdên Sovyetê kir. Bi gotinên Îşxan Aslan Anqosî Kurdên Sovyetê: 

Dîroka koçberiyan

Ji Kurdistanê muhaciriya [ber bi Qefqasan ve] yekê sala 1826-1836´an bûye. Dema şerê Mîr Bedirxanî li dijî eşîra Anqosiyan-Xaltiyan, wekî bi zora şûr Êzdiyan bikin Misilman. Di wî şerî da bi hezaran Êzdiyê jî eşîra Xalta-Anqosya, Reşiya, Denya, Pîvazya, Bela, Dasinî, û yên din ji Ridwanê, ji deşta Bişêriyê, ji Mêrdîn û Amedê revîne ser sînorê Rûsyayê, bakûrê gola Sêvanê datînin, wê şûnda ciyê xwe diguhêrin bakûrê çiyayê Elegezê- gundê Çobangelmezê, Avşên, Cercerîsê, Dêri, Qurûboxazê, Orteçay, Qundaxsazê, RiyaTeza; di sîngê çiya û gelya da abad dikin. 

Rev-koçberiya duda, salên 1893-97’an bûye. Wê demê serokê qeza Rewanê Kurd bûye. Wê demê gundê Elegezê - Camûşvana Mezin, Camûşvana Biçuk, Karvansarayê, Sengerê, Gozeldere, Korbûlax û Mîrekê abad dikin. 

Beriya şerê Cihanê Ermenî li Rewanê nebûn

Salên 1914-18’an dîsa qefleke Kurdên Êzdî diçin başûrê çiyayê Elegezê, qeza Talînê 12 - li gundê Kurdên Misilman da datînin, çunkî Kurdan û Azeriyan koçî Qersê, ser axa Tirka kiribû. Wê demê hela, îz û t’oza Ermenan û Ermenistanê li wan erdan tinebû.

Dema Şerê Cîhanê yê Yekem de ji 1914 heta 1918´an pêla mihaciriyê ya sisiya radibe. Komkujiya li dijî Kurdên Êzdî pêk tê, Êzdî direvin. Wê demê ji Serhedê-Qersê ew Kurdên Êzdî yên ku ji komkujiyê difilitin, direvine erdên Rûsyayê û gundê Êzdiya da diwêrin. 

Kurdên Misilman direvin û tên sirgûnkirin

Salên 1920-1933´yan, pirranya Kurdên Misilman jî Yekîtiya Sovyêtê direvin Turkiyayê. Ev jî bû manî, wekî sala 1937´an Dewleta Yekîtiya Sovyêtê pirraniya Kurdên Misilman - 553 malbet in û 3101 nefs in - sirgûnî Asya Navîn kirin. Çawa li wan ne amin bûn ka dijmin û dostê Dewleta Turkiyayê. Turk terefdarê Hîtlêr bûn ku bi Sovyêtê ra şer dikir. 

Dîsa, sala 1944´an weke 470 malbat yanî 2600 Êzdî û Misilmanî sirgûnî Qazaxistan, Uzbekistan, Qirqizyayê dikin.
Koçberiya Kurdan a salên 1988-1993´yan here zîyandar û xeter bû. Dema Kurd li ser wê axê bûn, li Rûsyayê bûn, wana ji Ermeniyên xaçparêz ên birê xwe ra li ser axa xwe dewlet çêkir, [wan Ermenî] kirin xwedî dewlet. 

Sala 1988´an, Ermenan bera Kurdan dida, [ew] ji welatê xwe derdixistin. Ew Kurdên Êzdî û Misilman jî, wan cîh û warê xwe hişt, terkaserî cîhanê bûn; berê xwe dane Rûsyayê, Ukraynayê, Belorûsyayê, Azerbêcanê û welatên Ewrûpayê. Kurd ji bingeha xwe qetyan û prosêsa asîmîlasiyon bi lez diçe. Eger bi vî awayî be, di 15-20 salan da Kurd [-ên Ermenistanê] wê bihelin. 

NAVENDA NÛÇEYAN