•  Tê payîn ku 12 sal nîv cezayê hepsê li qatil bê birrîn.

Polês Derek Chauvin ku qatilê George Floyd bû, ji kuştinê sûcdar hate dîtin. 

Di bûyerê de ku 25'ê Gulana 2020'î li Minneapolisa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) qewimî, polês Chauvin çend deqeyan pê li stuyê Floyd kiribû, ji ber ku bêhn li Floyd çikiyabû, wî jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî dadgehkirina Chauvin biryar hate dayin.

Endamên jûriyê duşema bihurî ji bo biryardanê civiyan û biryar dan ku Chauvin ê 45 salî di asta duyemîn û sêyemîn de bûye sedema mirinê, lewma sûcdar hate dîtin. Tê payîn ku 12 sal nîv cezayê hepsê li Chauvin bê birrîn.

Balkêş bû ku beriya biryara dadgehê, rayedarên eyaletê Muhafizên Neteweyî li derdora Minneapolisê wezîfedar kirin. Rayedar bi fikar bûn ku Chauvin ê ku bi kefaletê hatibû berdan û negirtî dihate dadgehkirin, heger bêsûc bihata dîtin, xwepêşandanên şermezarkirinê wê bihatina lidarxistin.

Di dadgehkirina Derek Chauvin de bi taybetî herdu hefteyên dawî li gelek pispor, polês û rayedaran hatibû guhdarîkirin. Dozger diyar kiribû ku ji dîmenan bi rengekî eşkere xuya dike ku Chauvin pê li stuyê George Floyd kiriye û bi vî rengî bûye sedema mirina wî. Parêzerên Chauvin jî îdîa kiribû ku Floyd ji ber bikaranîna madeyeke narkotîkê ya beriya destwerdana polês bi kar anîbû, miriye.

NAVENDA NÛÇEYAN