Ji polêsê me yê nijadperest nepeyivin!

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 03:35

  • Dibistana Bilind a Polêsan li Eyaleta NRW'ê dawî li karê Bahar Aslanê anî û ji bo memûriya wê jî bê betalkirin, li dijî wê lêpirsîn hat destpêkirin.

Li Elmanyayê gelek caran behsa serxwebûna dadweriyê tê kirin. Lê tesîra siyaseta Elman di dozên krîmînalîzekirina têkoşîna azadiya Kurdan de, eşkere nîşan didin ku dadwerî ewqasî jî serbixwe nîne li Elmanyayê. Ji bilî wê, cezanekirin û bêcezahiştina qatilên nijadperest jî, çawa xwe di doza qetilkirina Amed Ahmad di hepsa Kleve de - 17´ê Îlona 2018´an li hepsê birîndar bû û 29´ê Îlona 2018´an jî canê xwe ji dest da - jî nîşan da ji karên xirab ên dadweriya Elman in. 

Niha jî, ji ber ku nijadperestiya di nava Polêsên Elman de rexne kir, mamosteyeke bi navê Bahar Aslan kete ber gelek lêpirsînên îdarî. Dibistana Bilind a Polêsan li Eyaleta NRW´ê dawî li karê Bahar Aslanê anî û ji bo memûriya wê jî bê betalkirin, li dijî wê lêpirsîn hat destpêkirin.

Bahar di tweetekê de gotibû “Êdî dibe kutekuta dilê min gava ez yan jî hevalên min dikevin ber kontroleke polêsan, ji ber ku ew qirêja qehweyî [nijadperestiya Elman] me ditirsîne. Ev ne tenê rastiya min e, ev rastiya gelek mirovan e li vî welatî”

Ji ber zexta lê bûyî, wê ji mêj ji tirsa, doza lêborînê ji polêsên “qirêja qehweyî” xwest.

Herçî ew qirêja qehweyî ye, tevî ku qisûr û sûcên wê hatin tesbîtkirin di meseleya bi neheqî xistina hepsê ya Amed Ahmadê Efrînî de, di hepsê de bi qesd şewitandina hicra wî, bi hewarê ve neçûn û guherandina bi qest a agahiyên li ser qeydiya wî ya edlî de ti kes neha cezakirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.