Ji nû ve peste

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 13 Nîsan 2021 - 02:51

Lîstika pesteyê ku li ber jibîrkirinê bû. Piştî şewba Covîd-19'ê ji nû ve ruh pê hat. Welatiyên ku peste di zarokatiya xwe de çêkiribûn û hilanîbûn, ew peste ji sindoqan derxistine û bi wan dilîzin. 

Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrullah Acar li ser pesteyê nûçeyek amade kiriye. Li gorî texmîna wî, dîrokeke lîstiklê ya 200 salî heye.  Niha Li Taxa Yakûbiye ya navçeya Eyyûbiyeyê ya ser bi Rihayê, welatiyên navsere rojên xwe bi lîstika pesteyê derbas dikin. 

Lîstik herî kêm bi 2 kesan û herî zêde jî bi 10 kesan tê lîstin. Di lîstikê de qaîdeyên wekî "ofsayt" û "faûl"ê hene. Metal tên rêzkirin û lîstikvan xarên xwe (peste) davêjin van metalan. Gava xar li van metalan bikeve, dor tê rikber. Lê belê gava lîstikvan li hemû nîşanan bixe jî dikare rikberên xwe bişewitîne. Gava peste li hemû nîşanan bikeve û rikber bişewitin, kesê li dawî hîna di lîstikê de mayî, bi ser dikeve. 

Ev xarên bi navê peste, bi piranî ji granît û kevirê bazalt tê çêkirin. Çêkirina pesteyekê bi qasî 3 rojan dewam dike. Kevir tê giloverkirin, bi kevirê hestem tê mehandin heta baş gilover bibe. Paşê peste tê zemperekirin. Herî dawî jî ji bo şayik bibe, di nav zeytê de tê hiştin. 

Omer Çelîk ê 56 salî dibêje, piştî 25 salan ji nû ve ew bi pesteyê lîstiye. Çîçek, li gund ji bavê xwe hîn bûye û gava di sala 1996'an de hatine bajêr, hew bi pesteyê lîstiye. Çîçek bi muzîkê debara xwe dike û dibêje: "Lê nêzî salekê ye, em betal in. Ji bo em sebra xwe bînin, em bi pesteyê dilîzin. Em li derve bi lîstika bav û kalan dilîzin û sebra xwe pê tînin." 

Pesteya Omer Çelîk pê dilîze beriya bi 44 salan hatiye çêkirin û gava 12 salî bûye bavê wî diyarî wî kiriye. 

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.