- Li gorî rapora Rêxistina Efûyê, tevî şewba Covid-19’ê jî sala 2020’an li 18 welatan mirov hatin bidarvekirin.
Beriya çendekê me ji raporeke Rêxistina Efûyê tê derxistibû ku ew ê di rapora xwe ya îsal a li ser bidarvekirin û îdaman de cih bide Kurdên li Rojhilat jî.
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê, tevî şewba Covid-19’ê jî sala 2020’an li 18 welatan mirov hatin bidarvekirin.
Bi temamî li dinyayê sala 2020’an herî kêm 483 kes hatin bidarvekirin. Çîn, Koreya Bakur, Sûriye û Vîetnam, ne di nav vê bîlançoyê de ne. Ji ber vê jî li gorî texmînan bîlançoya rastîn gelekî girantir e.
Li gorî vê li Erebistana Siûdî hejmara darvekirinan di sala 2019’an de 184 bû û di sala 2020’an de jî daket 27’an.
Li Iraqê jî di sala 2019’an de 100 kes û di sala 2020’an de jî 45 kes hatine bidarvekirin.
Li Misirê jî 107 kes hatin darvekirin. Di nav Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur de ji sedî 56’ê bidarvekirinan li Îranê pêk hatiye. Li Îranê 246 kes hatine bidarvekirin. Di nava van de jî nexasim Kurd û hindikahiyên din ên neteweyî û dînî hene. Rêxistinê di rapora xwe ya beriya çendekê de gotibû, Îran li dijî van koman îdamê û bidarvekirinê weke amûreke zexta siyasî bi kar tîne.
NAVENDA NÛÇEYAN