- Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Îslah yê ser bi bajarokê Gulale yê Xaneqînê, komkujiyeke din kirin. Di encamê de ji malbatekî 6 kes hatin qetilkirin.
Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Îslah yê ser bi bajarokê Gulale yê Xaneqînê, komkujiyeke din kirin. Di encamê de ji malbatekî 6 kes hatin qetilkirin. Bi giştî li gundên Îslah 6 welatî hatin kuştin, 6 birîndarbûn. Di encama şer de leşkerekî Iraqê hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Pêr derengî şevê, çeteyên DAIŞ’ê li herêma Germiyanê komkujî kirin. Komkûjî li gundê Îslah yê 12 kîlometreyan li bakurê bajarokê Gulale yê ser bi Xaneqînê ye, pêk hat. Di encama du êrişan de ji malbatekî 6 kes hatin kuştin, ji malbateke din jî 6 kes birîndar bûn. Her wiha di destwerdana hêzên Iraqê de leşkerekî Iraqê hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Ciwanê bi navê Yameme Salihî yê ji gundê Îslahiye têkildarî êrişê got, çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser gundê wan, di encama êrişê de ji malbatekê bav, sê kur û du keç hatine qetilkirin.
Li gorî agahiyên Yameme Salihî çeteyan piştî vê komkujiyê berê xwe daye maleke din. Li wir jî 6 kes birîndar bûne. Piştî êrişê, hêzên Iraqê di dema vekişîna çeteyan de li wan dixin. Di encama şer de leşkerekî Iraqê hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li ser kuştî û birîndarên DAIŞ’ê ti agahî bi dest neket.
Sala 2020’an jî li gundê Îslahê ji heman malê bav û 3 kur hatibûn qetilkirin. Ji ber van êrişan gelek ciwan giund bi cih dihêlin.
Pêr bi şev çeteyên DAIŞ’ê li Dûz Xûrmato ya Kerkûkê jî êriş kiribûn û di encamê de 6 welatiyên herêmê hatibûn qetilkirin.
ROJNEWS/GERMIYAN