Ji mala faşîstan gef li Kurdan xwarin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 17 Çile 2023 - 00:13

  • Parlamenterê AKP'ê Açikgoz li Neussê gef li Kurdan xwarin. Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç got, ev fermana kuştina Kurdan e li Elmanyayê û Erdogan ev ferman daye.  

AKP'ê li Elmanyayê dest bi xebatên xwe yên hilbijartina giştî kir û di vê çarçoveyê de li navendên faşîstan civînan li dar dixe û gefan li Kurdan dixwe. Ji parlamenterên AKP'ê yê Nevşehîrê Mustafa Açıkgoz, li Koln, Aachen û derdora wan çû serdana MUSÎAD, UID, Federasyona Tirk û Mizgeftan, û ji wan deveran gef li Kurdan û muxalifên rejîmê xwarin. Wî zirtên xwe jî kirin û got, ew ê nehêlin ku Kurd û muxalif li Elmanyayê jî bijîn.

Mustafa Açikgoz li Koln, Aachen û derdora wan çû serdana saziyên faşîst û nijadperest ên Tirk ên ku destekê didin desthilata faşîst a AKP-MHP'ê. Di axaftina xwe ya li Aachenê de ya li avahiya UID'yê Açikgoz got, “Min silavên serokkomarê me  [Erdogan], teşkîlata me ji we re anîn… Niha derdê me ew e, ka em ê çawa îstîşareyê zêde bikin û hilbijartineke xurt bikin.” Açikgoz eşkere hişyarkirina Saziya Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê binpê kir û di dewamê de got, “… lîderekî me heye, gava kulma xwe li maseyê dixe, deng jê tîne”.

Parlamenterê AKP'ê Mustafa Açıkgoz, di axaftina xwe ya li avahiya rêxistina partiya faşîst a Tirk (MHP) a li Elmanyayê Federasyona Komeleyên Tirk ên Ulkucu yên Demokratîk ên Elmanyayê (Almanya Demokratik Ülkücü Türk Dernekleri Federasyonu) ya li bajarê Neussê, da nav. Di axaftina xwe ya 13'ê Çile de wî eşkere gef li xelkê xwarin, nexasim jî li Kurdan. 

 

Em nahêlin Kurd li Elmanyayê bijîn

Açıkgoz, kîna li hemberî Kurdan û muxalifan sor kir û got, “Çawa ku li Tirkiyeyê em nahêlin ku bijîn, em ê nehêlin ku li Elmanyayê jî bijîn. Birevine kîjan devera dinyayê jî, em ê wê rêxistina PKK'ê jî, ya FETO'yê jî tine bikin. Em ê li Tirkiyeyê cih ji wan re nehêlin. Bi izna xwedê me ew li wir xilas kirin. Li ku devera dinyayê dibe bila bibe, em ê wan ji deverên xwe lê vedişêrin derxin û tine bikin.” 

 

Harms û Kaddor ne razî ne

Parlamentera parlamena Ewrûpayê, siyasetvana Elman Rebecca Harms li ser hesabê xwe yên dijîtal bersiv da vê axaftina Açikgozî. Harms, teşkîlata polêsê eyaleta NRW'ê jî nîşan kir û got, “Ya rast ew e ku mirov gilî bike. Ez hêvî dikim ku lêpirsîn were destpêkirin.”

Ji Zanyarên Îslamê yên Elmanyayê yên navdar Lamya Kaddorê jî nerazîbûna xwe ji axaftina parlamenterê AKP'ê Açikgoz nîşan da. Wê got, mizgeftên ser bi DÎTÎB'ê jî bûne amûrên siyaseta Tirkiyeyê li Elmanyayê. Lamya Kaddorê got, “AKP li welatê me û li deverên din li cemiyetên DÎTÎB'ê kampanyayan bi rê ve dibe. Qaşo dixwazin nêçîra 'Terorîstan' bikin. Nabe ku destûra van karan were dayîn. Divê xebatên DÎTÎB'ê yên belavkirina kînê û sorkirinê di kampanyaya hilbijartinê ya weklatekî biyanî de, bêne qedexekirin."

 

Fermana kuştinê dane 

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç got, bi daxuyaniyên Açıkgoz û bi fermana Erdogan emrê qetilkirina Kurdan dane tîmên reşkujiyan: “Axaftina parlamenterê AKP’î eşkere nîşan dide ku piştî Parîsê, bi fermana Erdogan fermana komkujiyên li dijî Kurdan li Elmanyayê jî hatiye dayîn. Haya Erdogan ji van axaftinan heye. Li ser erdên Elmanyayê parlamenterê AKP'ê Mustafa Açikgoz, fermana kuştina Kurdan û muxalifan da. Êdî mesele ji hedefnîşandanê û wêde çûye, fermana kuştinê hatiye dayîn.” 

KOLN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.