Bifikirin hûn li hember tabloyekê ne û di wê tabloyê de çîrokek heye. Lê çîrokeke bêtevger a ku tenê hatiye xêzkirin. Hûn tenê lê mêze dikin û tenê bi rêya xeyalsaziyê dikarin wê tabloyê di serê xwe de yan jî li ber çavên xwe zindî yan jî bi tevger bikin. Ji bo Yusuke Shigeta ev kafî nebûye, wî tabloyeke kevn ya xêzkirî wergerand dîmenên bi tevger, yanî ew zindî kir. 

Kameraman û videografê Japonî Yusuke Shigeta tabloyeke ji sedsala 17’an bi teknîka vîdeo û anîmasyonê zindî kir ango livand. Ev wêneyê kevn behsa “Şerê Sekigahara” dike ku ev şer di dîroka Japoniyan de xwedî cihekî taybet e.

Di “Şerê Sekigahara” de 160.000 samuray ji bo şer bikin tên hemberî hev û şerekî pirr mezin diqewime. Di vî şerî de yekîneyên Tokugawa bi ser dikevin û piştî vî şerê mezin li Japonya bi qasî 3 sedsalan serweriya şoguna Tokugawa dewam dike. 

Berhemê resen sala 1620’an ji aliyê Lordê Hîkone yê bi navê Lî hatiye xêzkirin. Lê di sala 1854’an de jî kopyayeke berhemê hatiye çêkirin. Di kompozîsyonên bê tevger de jî tevgerek heye û diyar e şerekî mezin qewimiye lê Shigeta vê tabloyê hinekî din bi tevger dike û bi saya anîmasyonê “Şerê Sekigahara” ji nû ve zindî dike.  

Shigeta pîksel bi pîksel liv û tevgerê li tabloyê zêde dike û gava mirov li tabloyê dinihêre mirov yekser xwe di nav şer de hîs dike ji lewre samûray bi şûr û hespen xwe di nav tevgerekê de ne, şingîna şûrê wan e, û şer dikin. Her wiha ewr û rûbar jî diherikin û tablo diguhere dîmenekî bi tevger.

NAVENDA NÛÇEYAN