• Îranê keştiyeke Koreya Başûr bi hinceta ava Kevdavê herimandiye desteser kir.

Pentagonê pêr eşkere kir ku ew keştiya xwe ya balafiran ji ber gefên Îranê li Kendavê bihêlin. Ev daxuyaniya wezareta parastinê ya DYE´yê hema piştî daxuyaniya Îranê hatibû ku ew ê ûranyûmê ji sedî 20 weke sotemenî dewlemend bike. Axir hema piştî daxuyaniya Pentagonê, vê carê ecêbeke din li kendavê, li derbenda Hurmuz qewimî. Îranê da zanîn ku wê ketiyeke bar [tankereke neftê] a Koreya Başûr ji bo parastina hawîrdorê desteser kiriye.  

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYE) pêr ragihand ku keştiya wan a balafiran wê li Kendavê bimîne. Lê li gorî pêşbîniyên hinek aliyan, dibe ku keştî vegere baregeha xwe ya li DYE`yê. 

Ji tirsa êrişan DYE´yê keştî şandibû

Li gorî gelek raporan, ji ber gefên dawî yên ji hêla Îranê ve bi boneya salvegera yekemîn a kuştina Qasim Suleymanî fermandarê Feyleq El-Quds a Artêşa Pasdaran a Îranê, keştî wê li Kendavê bimîne.

Di nava çapemeniya Emerîkî de hin şiroveyên dibêjin, berevajî, DYE hewl dide rewşê aram bike hebin jî, tişta doh li Derbenda Hurmuz qewimî, îşaret bi ti aramibûnê nake.

Îranê keştiyeke Koreya Başûr desteser kir

Gava nûçeya me ji weşanê re dihat amadekirin, doh televizyona dewletê ya Îranê da zanîn ku keştiyeke neftê ya Koreya Başûr desteser kiriye. Televizyona dewletê dîmenên keştiyên şer ên Îranê nîşan dan ên ku keştiya neftê dibirin benderê. Li gorî rayedarên dewleta Îranê ji ber ku keştiye Koreya Başûr ava kendavê bi madeyên jehrî herimandiye, wan keştî desteser kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN