Ji îradeya şoreşgerî ya APO’yî tawîz neda
Çarşem 20 Tebax 2025 - 03:50

- Kedkarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, kedkarê çapemeniyê Argeş Serhed ku rastiya şerê li Kurdistanê ji eniya herî pêş ji raya giştî re radigihand, 10'ê Tebaxê ku li Rojava dihate dermankirin, şehîd bû.
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Argeş Serhed (Karahan Lokman Ûygûn) ê ku sala 2019'an birîndar bû, piştî ku demekê hate dermankirin, şehîd bû. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser şehadeta Argeş Serhed ev daxuyanî hate dayin:"Ewladê leheng ê xelkê Serhedê û neferê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hevrêyê me Argeş Serhed sala 2019'an li herêma Metînayê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema ku bi erk û wezîfeya xwe radibû di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bû. Ji bo dermankirinê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li vê derê dema ku dihate dermankirin di 10'ê Tebaxa 2025'an de şehîd bû. Hevrêyê me Argeş milîtanekî fedaî yê Apoyî, kedkarekî qedîm ê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bû. Bi hevrêtî, tevlîbûn û karê xwe navê xwe bi her kesî da bihîstin. Li hemberî êrîşên şerê taybet ên dijmin li eniya herî pêş bi pênûs, kamera û gotina xwe kedkarekî çapemeniyê bû ku têkoşiya û di vê pratîkê de serketineke mezin bi dest xist. Hevrêyê me Argeş ji roja ku tevlî bû û heta sala 2019'an ku bi giranî birîndar bû, 11 salan bi rengekî çalak, bêyî tawîzê bide têkoşiya. Di nava 6 salan de ku bi rengekî giran birîndar bûbû û dihate dermankirin, bi îradeya ji pola û eşqa jiyana azad li hemberî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe da û şehîd bû. Di nava her şert û mercî de hevrêyê me Argeş ji îradeya şoreşgerî tawîz neda. Em sersaxiyê ji malbata welatparêz a hêja ya hevrêyê me Argeş û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Em ji dil spasiya hevrêyên xwe yên gazî yên hêja û welatparêzên li Rojavayê Kurdistanê dikin ku hevrêyê me Argeş hembêz kirin û di dema dermankirinê de bi salan ked ji bo wî dan. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Rojava yê welatparêz wê bi rengekî hêja hevrêyê me Argeş oxir bike. Em hîn bi xurtî soz didin ku pênûs û kameraya hevrêyê xwe Argeş li erdê nehêlin û dengê wî hîn bi xurtî bilind bikin. Em soz didin ku em ê hewl bidin hêjayî bîranîna wî bin."
Da ser şopa hevrê Fûat
Hevrêyê me Argeş li navçeya Milazgîr a Mûşê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Piştî ku lîse bi serketî qedand çû Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) ku yek ji zanîngehên sereke yên Tirkiyeyê ye. Hevrêyê me Argeş ku ciwanekî rewşenbîr û têgihiştî bû, beşdarî nava kevneşopiya şoreşgerî ya xwendekarên ji ODTU bû û li vir kar kir. Weke ciwanekî Apoyî li vê derê rengê xwe da karên şoreşgerî, bû wesîle ku ciwanên Kurd têkoşîna azadiyê nas bikin. Hevrêyê me Argeş 3 salan li zanîngehê hem xwend, hem jî karên ciwanên şoreşger welatparêz meşand û bi vî rengî kir ku ev kar li ODTU û Enqereyê bi pêş ve biçe. Hevrêyê me Argeş ji xwe re kir esas ku bide ser şopa xalê xwe hevrê Fûat-Hîkmet Tokmak ku sala 1991'ê tevlî nava refên gerîla bû û 29'ê Mijdara 2004'an li Mûsilê di encama komployekê de şehîd bû. Li gel gelek derfetên madî, rêya jiyaneke cuda û firsenda kariyerê ya di nava sîstema dijmin de li pêşiya wî hebû jî ev hemû danî aliyekî û biryar da ku bibe neferekî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe. Li ser vê bingehê di sala 2008'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û piştî ku tevlî nava karên Komalên Ciwan bû weke şoreşgerekî profesyonel careke din berê xwe da metropolan. Di tevlîbûna gelek hevrêyên me ji bo refên gerîla de bi rol rabû. Gelek caran ji aliyê dijmin ve hate binçavkirin û zext lê hate kirin, lê belê li gel van hemûyan jî her tim xwe parast û karê xwe meşand.
Hevrêyê me Argeş ku ji xwe re kir esas ku bi rengekî îdeolojîk tevlî nava PKK'ê bibe, piştî ku karên xwe yên li metropolan bi rengekî serketî qedand berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku hîn di zarokatî de hesreta wî bû. 14'ê Tîrmeha 2010'an di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de ku rojeke gelekî bi wate û dîrokî bû, li çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû.
Bû fermandar û milîtanê çapemeniyê
Ji ber pratîka xwe ya serketî û tecrûbeya xwe ya li vê derê, di sala 2013'an de tevlî karên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bû. Du salan bi fedakarekiyeke mezin li navenda me ya ragihandinê kar kir. Li vê saziya me ku ji bo gerîla ji civakê re bê ragihandin bi roleke girîng radibe, ked da. Hevrêyê me Argeş ku di asteke baş de bi Îngilîzî zanî bû, ji dostên enternasyonalîst ên ku ji bo serdana gerîla dihatin çiyayê Kurdistanê tercûmanî dikir û qala jiyana gerîla dikir. Di salên 2015, 2016 û 2017'an de li Zagrosan bi xwe beşdarî gelek çalakiyan bû, li gel hevrêya me şehîd Jiyan Amargî-Esma Avşar jiyan, ruhê azadiyê û her kêliya têr û tijî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi belge kir, hem ji civakê re ragihand hem jî li rûpelên dîrokê neqişand. Hevrê Argeş ji yekîneya me ya çapemeniyê ya li Zagrosan berpirsyarî kir, di sazîbûna karên li vê derê de û afirandina gelek berheman de pêşengî kir. Li çiyayên Kurdistanê da ser şopa Gûrbetellî Ersoz, Selçûk Şahan û Halîl Dag, bû fermandar û milîtanekî çapemeniyê yê mezin ku têkoşîna wan bilind kir. Girêdayî îdeolojiya azadiya jinan, xwe perwerde kir, hewl da ku kesayeta xwe ji zîhniyeta serweriya mêran rizgar bike û bi jinên azad re hevrêtiya rast pêk bîne ku li gel van yekan di kesyeta xwe de xwe gihandibû asteke girîng. Hevrêyekî me yê hêja bû ku hemû hevrêyên wî yên jin û mêr dixwestin li gel wî bimînin û bixebitin.
Di pûçkirina şerê taybet de serketî bû
Hevrêyê me Argeş, ji bo pûçkirina êrîşên dijmin ên şerê taybet gelekî li ber xwe da û xebitî. Hevrêyê me Argeş ê ku ji heqîqetê para xwe standibû û bûbû neferekî doza azadiyê, bi hêza heqîqetê li hemberî makîneya dijmin a şerê taybet têkoşiya.
Hevrêyê me Argeş, dîsa dema ku karekî bi vî rengî bi rê ve dibir, di dema amadekirina bernameya bi navê 'Kurmê Darê' de ku bi vê bernameyê bi belgeyên şênber nîşanî gelê Kurd dida ku sîxurtî û îxanet tiştên gelekî xirab in, di encama êrîşa artêşa Tirk a sala 2019’an a li ser Metînayê de bi giranî birîndar bû. Hevrêyê me yê ku bi giranî birîndar dibe, ji bo tedawiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Li vir demeke dirêj tedawiya xwe dibîne. Hêvrêyê me Argeş Serhed ê ku bi alîkariya gaziyên me ku fedaiyên gelê me yên mezin in, jiyanê hembêz dike, di 10’ê Tebaxa 2025’an de tevlî karwanê şehîdan dibe." Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Argeş bi vî rengî ne:
Argeş Serhed (Karahan Lokman Ûygûn), li Mûşê jidayîk bûye, 10’ê Tebaxa 2025’an li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.
BEHDÎNAN















