Dr. Michael Wilk ji Elmanyayê gelek caran çûye Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojavaya Kurdistanê; ew bi pirranî di destwerdana lezgîn a birîndaran û rewşên hewara tibî de dibe alîkar bi bijîşk û cerahên Rojavayê re.
Piştî êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk li dijî binesazî û xelkê sivîl ê Rojavayê, ew careke din bi hewarê ve çû. Wî vê carê alîkariya pere ya ku Komeleya Dostaniya Frankfurt-Kobanê ji bo tamîrkirina sîstema binesaziya ji bo ava paqij dabûn hev, bi xwe re birin. Dr. Wilk ji endamên komeleyê ye û wî ev pere yekser dan hevşaredara Kobanê Rewşan Ebdî. Dr. Wilk bi rêya hesabê xwe yê medyaya dijîtal her wiha hin wêne parve kirin û got, dewleta Tirk êrişî şaredariyê bi xwe jî dike û kunên ku fîşekên leşkerên Tirk di dîwarên şaredariyê de vekirine nîşan dan. Wî ev yek weke "Terora rejîma Erdogan li dijî xelkê sivîl" bi nav kir.
KOBANÊ