Ji dil neyê nekin!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Tîrmeh 2021 - 06:41

  • Eliane Raheb dibêje, "Di belgefilmên min de her tim mijareke polîtîk a derbarê rastiya welatê min de heye" û ew vê rastiyê dibêje, bi saya karakterên ku ew hildibijêre. Ew filmên belgeyî çêdike, lê di filmên xwe de tiştên ‘fiction’ jî diceribîne û ji hêla estetîkê ve jî belgefilmên xwe xurt dike.

ARDÎN DÎREN
STENBOL

Eliane Raheb derhênereke Lubnanî ye, ew bi belgefilmên xwe rewşa polîtîk, civakî û aborî ya Lubnanê rave dike û bi rêya karakterên belgefilmên xwe rewşa civakê ya ku ji ezmûnên berê dersê nastînin, dinirxîne û vê rastiya civaka Lubnanê radixe ber çavan. Tenê ne civak, Raheb di heman demê de berê kameraya xwe dide malbata xwe jî û di ser ol û mezheban re malbata xwe jî rexne dike. 

Eliane Raheb ji bo “Rojên Belgefilman a Stenbolê Documentarist” yên 14’an (3 ta 9´ê Tîrmehê) wek mêvana rûmetê ya îsal bû. Di vê çarçoveyê de ew derbarê belgefilm û sînemayê de axivî û “Master Class” ango “Dersa Hostetiyê” jî da. Her wiha di bernameya Documentarist de filmên wê “Leyalî Bila Newm, 2012” (Şevên Bê Xew) , “Mayyel ya Xizayyel, 2016” (Yên li pey mayî) û “Miguel’s War 2020” (Şerê Miguel) jî hatin nîşandan. Ev filmn wê jî gelekî hatin ecibandin.

Eliane Raheb, di “Dersa Hostetiyê” ya sînemayê de derheqê sînemayê û karên xwe de aixivî û behsa rêwîtiya xwe ya sînemayê kir. 

Filmçêkirin rêwîtiyek e

Eliane Raheb di dersa hostetiyê de pêşî bersiva “Çima filman çêdikim?” da û got, wê destpêkê xwestiye filmên “fiction” yanî yên ne belgeyî çêke, lê bûyerên welatê wê, bêhtir bala wê kişandine û wê biryara xwe guhertiye û dest bi çêkirina belgefilman kiriye. Raheb dibêje, “Çêkirina filman rêwîtiyek e, ez gava filman çêdikim di vê rêwîtiyê de bi nasnameya xwe re jî rû bi rû dibim û xwe baştir nas dikim. Piştî şerê Iraq û Emerîkayê min jî wek sînemavanekê berê kameraya xwe da welatê xwe ango Lubnanê û xwest fêhm bikim li welatê min çi diqewime. Ji ber ku her roj bûyerek diqewimî li welatê min û serhatî gelek bûn. Ji lewma jî li welatê min belgefilm bi manetir e ji filmên ‘fiction’ û ji bo me tiştên ku filmên fiction nikarin îfade bikin, îfade dikin.”

Tiştên veşartî mane derdixim holê

Eliane Raheb dibêje, „Di belgefilmên min de her tim mijareke polîtîk ya derbarê rastiya welatê min de heye” û ew vê rastiyê dibêje, bi saya karakterên ku ew hildibijêre. Ew her çiqas filmên belgeyî çêke jî di filmên xwe de tiştên ‘fiction’ jî diceribîne û ji hêla estetîkê ve jî belgefilmên xwe xurt dike. 

Raheb dibêje, “Gava mirov ciwan e mirov dûrî şer û pêvçûnan disekine û ji hin tiştan fêhm nake. Lê gava mirov mezin dibe û li tiştên ku li derûdora xwe diqewimin, dinihêre, bivênevê ji xwe hin pirsan dipirse û dixwaze bersiva van pirsan bibîne. Sînema ji bo min ev pirs in. Ez didim pey pirsan û bi belgefilmên xwe li bersiva pirsên xwe digerim. Li welatê min çi diqewime, çi dibe dixwazim nîşanî dinyayê bidim. Lê gava vê yeke dikim ez malbata xwe jî tevlî mijarê dikim û xwe jî rexne dikim. Bi van pirsan yan jî belgefilman li welatê min tiştên ku veşartî mane, derdixim holê. Lê ez vî tiştî bi riya karekteran dikim, di belgefilmên min de karakter hene yên ku di nav şer de bi xwe mane û şer kirine. Her wiha jiyana wan û serhatiyên wan yên li Lubnanê dikolim û gava çîrokên balkêş zeft dikim, ewil dikim senaryo û paşê jî dest bi girtina dîmenan dikim.”
Raheb got, ew destpêkê kamerayê qet dernaxe. Gava karekterekê nas dike û dixwaze serhatiyên wê bike film, ew dengan qeyd dike bi saetan û paşê van qeydan deşîfre dike. Ji bo belgefilmekê ew bi saetan qeydan digire. Herî dawî li van dengan guhdarî dike û ji ber dengan senaryoyê dinivîse. Ew bi vê şêwazê dixebite û kar dike. 

Karakter şêwaza belgefilman diyar dikin

Raheb derbarê belgefilma xwe ya dawî de jî dibêje, bi awayekî tesadufî rastî Miguel hatiye û pê hisiyaye ku çîrokeke wî ya balkêş heye. Miguel di salên 1975’an de li Lubnanê şer dike, lê piştî şer ew dibe penaber û li Spanyayê bi cih dibe. Bi salan li wir dijî, lê hafizeya wî ya derbarê şerê Lubnanê de timî zindî ye. Serhatiyên Miguel pirr bala Raheb dikişîne û Raheb di dawiyê de ev belgefilm çêkiriye. Raheb, belgefilma xwe di nav 5 salan de diqedîne. Raheb dibêje, “Carinan karakterên belgefilmên min şêwaza belgefilmên min diyar dikin. Li gorî rastiya wan û serhatiyên wan ez forma belgefilma xwe hildibijêrim. Mînak filma ‘Şerê Miguel’ ji bo min ezmûneke dijwar bû, ji lewre karakterê min yekî pirr rehet bû û çi dihat ber devê wî, digot. Ev rehetiya wî li ser şêwaza belgefilma min jî bandor çêkir û kir ku ez bi formeke cuda vê belgefilmê çêkim. Dikarim bibêjim, ez bi saya Miguel di belgefilmê de azad tevgeriyam û tiştên berê yên ku min di sînemayê de qet neceribandibûn, ceribandin. Yanî dikarim bibêjim, kompleksbûna karakterên min form yan jî şêwaza belgefilmên min diyar dike.”

Şîretên li ciwanan

Raheb, ji bo ciwanên ku dixwazin belgefilman çêkin dibêje, “Heger ji dilê we neyê û jidil jî hûn ji vî karî hez nekin, qet neceribînin. Heger hûn kesên profesyonel bin, helbet hûn ê projeya xwe bibin ji çêkerên filman re lê heger derfetên we tine bin, divê hûn ji vî karî pirr hez bikin, nexwe hûn ê pirr zehmetiyê bikişînin. Rastî bibêjim, ez bi filman nikarim debara xwe bikim, ez mamostetiyê dikim û perwerdeya sînemayê didim û bi vî awayî debara xwe dikim. Lê helbet ji vî karî hez dikim. Nexwe ev kar gelek zehmet e, lê gava hûn jidil xwe bidin vî karî, hûn ê bi ser kevin. Hezkirin divê ji bo vî karî.”

Derhênera belgefilmên xelatgir

Belgefilmên Eliane Raheb heta niha li festîvalên wek Rotterdam, San Sebastian û Berlinale hatine nîşandan û wan ji van festîvalan xelat wergirtine. Eliane Raheb her wiha perwerdekara sînemayê ye jî û derbarê belgfilman û sînemayê de dersan jî dide. Raheb li peytexta Lubnanê Bêrûdê, bi navê “DC Beirut” saziyeke çalak û serbixwe ya sînemayê jî damezirandiye û li wir karên sînemayê bi rê ve dibe.

Eliane Raheb herî dawî li festîvala îsal ya “Berlinale” bi filma xwe ya nû “Miguel’s War” (Şerê Miguel) xelata “Teddy” wergirtibû. Ji xeynî festîvalan, belgefilmên Eliane Raheb di kanalên wek Arte û ZDF’yê de jî hatine nîşandan. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.