• Serokwezîrê Elmanyaya federal Olaf Scholz, piştî Ukraynayê, berê xwe da Moskovê û li wir bi Putin re rûnişt.

Serokwezîrê Elmanyaya federal Olaf Scholz, piştî Ukraynayê, berê xwe da Moskovê û li wir bi Putin re rûnişt. Olaf Scholz banga bi dawîkirina aloziyê li Putin kir, Putin jî careke din fikarên xwe yên ewlehiyê îfade kirin. 

Beriya civînê jî hin nûçeyên nakok ên derbarê vekişandina eskerên Rûs ji ser sînor ber bi baregehan ve hatin belavkirin. Tevî ku rayedarên Rûs piştrast kir ku qismek ji eskerên li deverê vekişiyane jî, nexasim aliyê NATO´yê dibêje, heta ku ew bi çavê serê xwe nebînin, baweriyê bi gotinên aliyê Rûs nayînin. 

Li aliyê din tevî ku Ukraynayê jî hin daxuyaniyên elaqedarî devberdana ji doza endametiya NATO´yê kiribe jî, wezîrê wê yê karên derve  Dmytro Kuleba ji rojnamevanan re got, “Me û hevgirên me, me karî pêşiyê bigirin li zêdekirina arîşeyê bi destê Rûsyayê.” Wî îşaret bi hevdîtinên dîplomatîk kir û got, hûn dibînin, dîplomasî hîna dixebite.”

Li aliyê din baskê jêr parlamena Rûs Dumayê qanûnek ji bo naskirina deverên Rûs li wan zêde yên Ukraynayê qebûl kir û ji serokdewlet Vêadimir Putin re şand. 

MOSKOV