Dadgeha Hewlêrê 4 sal cezayê hepsê da li Şêrwan Şêrwanî birrî. Şêrwanî di doza Behdînanê de dihate dadgehkirin.

Dadgeha Hewlêrê, bi sûcdariya ‘xapandinê’ 4 sal cezayê hepsê li Şêrwan Şêrwanî birrî.

Parêzerê wî Kameran Sarmemî diyar kir ku li gorî baweriya wan ji ber ku derbarê Şêrwan Şêrwanî ti delîl tinebûn, di rûniştina pêşîn de ew ê di dozê de bi ser biketana û got, “Lê ji bo pêşiya vê were girtin, doz taloq kirin. Ev dozeke siyasî ye.”

Di Tebaxa 2020’an de PDK’ê zêdetirî 80 rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl û mamoste li Herêma Behdînanê destgîr kiribûn. Piştî demeke dirêj hinek ji wan hatin berdan, lê heta îro gelek kes di hepsê de ne.

HEWLÊR