Ji bo piştgiriyê bazara kevnan danîn

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 7 Adar 2023 - 03:30

ARAT ARARAT / HERFORD 

Piştgiriya Kurdistaniyên li Ewrûpayê bi mexdûrên erdhejê re dewam dike. Bi nêrînên afirîner ên jinan li Herfordê bazara tiştên kevin hate danîn û bi 1630 euroyî tişt hatin firotin.

Ew dahata 1630 euroyî li bazara tiştên kevin hat bi dest xistin. Bazar li ber avahiya Herford Flafla ya li Diebrockerstr. 2 bi pêşengiya Soziales Zentrum Herford (Flafla) û Înîsiyatîfa Aştî û Hêvî ji Kurdistanê re hate danîn. Aliyan ev dahat jî ji bo ku bigihîne erdhejzedeyan, ji Heyva Sora Kurdistanê re şand.

Bazara tiştên kevin roja 5’ê Adarê di navbera saet 12:00 û 18:00’an de vekirîbû. Elewî, Êzîdî, Misilman, Xirîstiyan,  Elman û Tirk jî çûn serdana wê û piştgirî danê. Ji bo piştgiriyê, derdorên hestiyar tiştên xwe yên zêde yên li malên xwe anîn û ew hatin firotin. Herwiha xelkê ji malên xwe xwarinên weke kulîçe û pasteyan anîn û ew jî firotin. Dahata hate bidestxistin, hewaleyî Heyva Sora Kurdistanê hate kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.