Ji bo piştgiriya Kurdistanê

Nûçeyên Dîaspora

În 17 Adar 2023 - 09:18

Beşîr Elî sala 2015´an ji Rojava penaberî Elmanyayê bûye. Ew îro li Zanîngeha Teknîkî ya Cottbusê teknîka otomatîzekirinê dixwîne.  Ew vê havînê wê xwendina xwe biqedîne û dixwaze vegere welatê xwe yanî Rojava. Ew dixwaze bi şarezatiya xwe ya bi xwendinê, di avakirina Rojava de cihê xwe bigire.

Lê niha jî di dema xwendina xwe de jî, ew tevî Kurdên din ên li zanîngehê di ber mafên penaberan de dixebite. Sêşema bihurî jî tevî Geflüchtetennetzwerk (Tevna Penaberan) çalakiyek ji bo piştgiriya bi Kurdistanê re li Kulturverein Bunter Bahnhof a li Cottbusê organîze kir.

Alîkariya hatî berhev kirin jî ji bo alîkariya insanî ji Kurdistanê re hat şandin. Yek ji rêxistinên ku wê alîkariyê bibe Kurdistanê jî “Wir packen’s an” e. Komele niha karwanekî alîkariyê dişîne Rojavayê Kurdistanê. Rêveberê wê Axel Grafmanns niha kite bi kite behsa karwanê alîkariya insanî nake. Ew bi bîr dixe ku niha gelek alîkariyên insanî tên desteserkirin û gava alîkarî gihişt cihê xwe, ew ê agahiyan li ser karwanê alîkariyê parve bikin. 

Alîkarî tê talankirin

Di çalakiyê de berdevka siyaseta koçberiyê ya koma partiya Çep li Meclîsa Şaredariyê ya semta Berlînê Friedrichshain-Kreuzbergê, Elke Dangeleit jî piştrast dike ku tecrûbeya wan jî bi heman rengî ye. Wê da zanîn ku alîkariyeke ku wan ji bo klînîkeke seyar ji Dêrikê re şandibû, hatiye talankirin. Şaredariya Friedrichshain-Kreuzbergê şaredariya dost û hevpar a Dêrikê ye.

COTTBUS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.