Ji bo Modernîteya Demokratîk Akademî
Sêşem 22 Adar 2022 - 22:45
- "Akademiya Modernîteya Demokratîk" (ADM) damezrandina xwe û avakirina malpera xwe ya nû ya înternetê ragihand.
"Akademiya Modernîteya Demokratîk" (ADM) damezrandina xwe û avakirina malpera xwe ya nû ya înternetê ragihand. Wê got, "Akademiya me avakirina modernîteya demokratîk, xebatên perwerdê ji bo bipêşxistina têgihîştinekê nû ya siyaseta demokratîk, rohnîkirina civakê û hişmendiyekî nû yê politîk û exlaqî wekî erkên xwe yên bingehîn dibîne. Di heman demê de em avakirina têkilî û tifaqên di navbera hêzên demokratîk de wekî şertekî esasî ji bo avakirina modernîteya demokratîk dibînin. Bi rêxistinkirina forum û platforman em dixwazin veguhestina tecrûbeyên têkoşînê di asta navneteweyî de xurttir bikin û yekitiya têkoşînê bi pêş bixin."
ADM´ê got, "êdî dem hatiye ku mirov niqaşên ji bo çareseriya krîzê û avakirina modernîteya demokratîk" kûr bike.
Di dewamê de wê got, "Li ser malpera me ya bi Elmanî û Inglizî weşanên derbarê analîza pêvajoya siyasî, demokrasiya radîkal, ekolojî, azadiya jinê, dîrok û nirxandinên li ser tevgerên civakî hene. Armanca ADM vekirina malperê bi zimanê Spanî jî ye. Keleka malpera me ya fermî û bi riya e-mail mirov dikare xwe bi riya Twitterê jî bigihîne ADM´ê."
Malpera wê https://democraticmodernity.com e û e-maila ADM´ê info@democraticmodernity.com e.
NAVENDA NÛÇEYAN