Şemiya bihurî yanî 15’ê Cotmehê bi beşdariya bijîşk û xebatkarên xizmeta sihet û tenduristiyê ji gelek welatên Ewrûpayê, Konferansa Duyem a Bijîşkên Kurd û Komên ji Pîşeyên Elaqedar li bajarê Elmanyayê Kolnê bi rê ve çû. 

Di beşa destpêkê de li ser mijara “Înfeksiyon û dersiyên parêzê, bijîşk Serhat Sonmez peyivî. Wî nexasim rewşa dawî ya belavbûna vîrusa Covîd 19’ê kir û got, di çi rewşan de ka divê kîjan derziyên parêzê (vaksîn) werin pêşniyazkirin. Wî got, halê hazir jêrvaryantên Omicron a Covîd 19’ê gelekî belav dibin û dibin sedema mirina mirovan jî, lê ev rêjeya mirinê kêmtir e ji demên destpêkê. 

Piştî vê gotarê, pedagoga civakî Pia Wenzler li ser mijara Mubtelatiya Alkolê û Koçberiyê peyivî û nexasim jî îşaret bi kêmbûna xwe derfetên xwegihandina sîstema alîkariyê ji bo koçberan kir.

Piştî wê Prof. Abdulillah Polat li ser mijara Trawma û Civakîbûnê di çarçoveya tecrûbeya penaberiyê de û nexasim jî ji bo penaberên Kurd li Elmanyayê peyivî. Wî xasma îşaret bi wê yekê kir ku trawmayên beriya, dema û piştî pêvajoya penaberiyê, bi nifşê penaber re nabînin û ev trawma derbasî nifşê piştûî wan jî dibe. 

Paşê Prof. Dr. Gabriele Dennert behsa zehmetiyên ji ber cinsiyetê bi giştî û her wiha ji ber cinsiyeta civakî di tibê de peyivî. 

Di rûniştina dawî ya konferansê de panelek li ser nexweşiyên dil hebû. Di vê çarçoveyê de Kardiolog Dr. Zeynep Binici Çetinkaya behsa Êşa Sîngê kir û ji bo teşxîskirina nexweşiyên muhtemel peyivî.

Paşê kardiolog Dr. Mihemed Ebdî ji Qamişloyê bi rêya Zoomê behsa karên li nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişloyê kir. Ji heman nexweşxaneyê Kardiolog Kazaman Îsa emeliyateke dil kir di weşana zindî de. Her du kardiologan bang li bijîşkên Kurd ên li Ewrûpayê kir, da ku di meseleya xizmeta sihetê li Rojavayê Kurdistanê de hevkariyê bikin.

KOLN