Ji bo mîtînga Kartalê banga tevlêbûnê

În 28 Hezîran 2024 - 00:42

Ji rêveberên SODAP’ê Fatma Înce û ji Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaş dijî rejîma qeyûm banga geşkirina têkoşîna hevpar kirin, gotin faşizm li kûderê be ew ê li wir dijî wê têbikoşin, bal birin ser têkiliya pirsa Kurd û çîna karker, diyar kirin ev ji hev nayên qutkirin û banga tevlêbûna li mîtînga Kartalê kirin ku wê dijî talangerî û dagirkeriya qeyûm were lidarxistin.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê wê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, di 29’ê hezîranê de bi dirûşma “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” li Qada Kartalê ya Stenbolê mitîngê li dar bixin. Endama Lijneya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce û endamê Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaş diyar kirin ku wê tev li mitînga Kartalê bibin û bal kişandin ser têkoşîna hevpar. 

Civaka azad bi têkoşîna hevpar dibe 

Fatma Înce anî ziman yekitiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna çîna karker a li dijî kedxwariyê girîng e. Înce, wiha domand: “Civakeke wekhev û azad, tenê bi têkoşîneke hevpar pêkan e. Sepana qeyûm, sembola faşîzma sazûmanbûyî ye. Em dixwazin hem xwedî li îradeya gelê Kurd derkevin hem jî tayînkirina qeyûm weke êrişeke li dijî tevahiya muxalîfên civakî û bindestan dibînin û ji bo azadiya civakî têdikoşin.” 

Divê em têkoşîna hevpar geş bikin 

Bi domdarî Înce diyar kir ku li gorî zext û êrişên berê, civak niha seknekî xurttir nîşan dike. Înce, nobetên li dijî qeyûm hatine destpêkirin bi bîr xist û wiha got: “Nobeta li Stenbolê hatiye destpêkirin ji bo piştevaniyê girîng e. Çalakiya nobetê, yek ji sembolên berxwedanê ye. Nobet, bi dirûşma ‘Azadî ji bo girtiyên 1’ê Gulanê û qeyûm bicehime’ tê lidarxistin. Divê em têkiliya di navbera girtina karker û kedkaran û xespkirina îradeya gelê Kurd de bibînin û geşkirina têkoşîna li dijî vê girîng e.” 

Derdorên cihê rêxistiniya mîtîngê dikin 

Di berdewamê de Înce got ku wê tev li mitînga hêzên ked û demokrasiyê li Kartalê li dar bixin bibin û wiha pê de çû: “Em rêxistiniya vê mitîngê dikin. Gelek derdorên cuda, rêxistinên kedê, partiyên siyasî, saziyên elewiyan, jin û rewşenbîr hatine gel hev û mitîngê birêxistin dikin. Em ê bi awayekî xurt dengê xwe yê li dijî polîtîkaya qeyûman bilind bikin. Banga me ji bo her kesî ew e ku têkoşîna hevpar mezintir bikin û tev li mitîngê bibin.” 

Rejîma qeyûm dijî civakê ye 

Endamê Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaş jî rejîma qeyûm weke “faşîzm”ê pênase kir û ev tişt anî ziman: “Ev sepan, êrişeke li dijî tevahiya civakê ye. Li dijî vê êrişê hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye. Salên dûvdirêj e muxatabê sepanên antîdemokratîk, êrişên faşîst ên li dijî gelan û azadiyan dibin em. Divê têkoşîna hevpar a li dijî êrişên faşîzmê bê mezinkirin. Divê em 1’ê Gulanê û Colemêrgê ji hev cuda nebînin û li dijî van êrişan berxwedaneke topyekûn birêxistin bikin. Divê hêzên şoreşger li her derê li dijî êrişên faşîzmê mil bidin milên hev û têbikoşin.”

Faşîzm li ku be em ê li wir bin 

Ustabaş, anî ziman ku divê li kolanan li dijî faşîzmê têbikoşin û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye em bi destên hev bigirin û li kolanan cih bigirin. Divê em bi eşkereyî nîşan bidin ku me dev ji têkoşînê bernedaye û wê bi têkoşîna xwe bi ser kevin. Yek ji rêyên vê jî çalakî, mitîng û xurt derbasbûna van e. Bi qasî ji destê me tê em ê vê têkoşînê mezintir bikin. Lewma jî em ê di 29’ê hezîranê de li mitînga Kartalê bin. Li ku derê li dijî faşîzmê xetek hebe, em ê wê derê mezin bikin. Banga me ji bo her kesî ew e ku vê têkoşînê mezin bikin û em bi hev re bi ser kevin.” 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.