Ji bo kuştinê li min xist

Nûçeyên Dîaspora

În 30 Kanûn 2022 - 03:19

Li bajarê Lîlle yê Fransayê di 25’ê Kanûnê de faşîstê Tirk ê bi navê Silêman, ji ber guhdarkîrina stranên bi Kurdî êrîşî ciwanên Kurd Avşîn Zikrî yê ji Hewlêrê kiribû. Di vê êrîşê de Avşîn Zikrî bi meqesê ji 5 cihan birîndar bûbû. Zikrî niha li nexweşxaneyê ye û tedawiya wî didome. Bijîşkan diyar kir ku rewşa Avşîn Zikrî baş e û wê tedawiya wî bidome.

Avşîn Zikrî ku ji sala 2017’an û vir ve li Lîlleyê dijî û li Roubaixê kuaforiyê dike. Avşîn Zikrî wisa qala êrîşê kir "Weke her roj ez serê sibê çûm ser kar. Êrîşkar saet di 14.00'an de hat. Dema hat muzîka Kurdî li kuafor lê diket û êrîşkar got ‘Çima muzîka bi Kurdî lê dikeve? Yan bigirin an jî biguherînin’. Min jî got ‘Çima mûzîka Kurdî te aciz dike. Em bi gelek zimanan li muzîkê guhdarî dikin’ Piştre traşa wî domiya. Dema ku rabû ez dehf dam û li mişteriyekî min ê Kurd da. Ji bo ku bûyer mezin nebe, ez û mişterî em derketin derve. Piştre wî rahişt meqesan. Piştî ku 5-10 deqîqe em li derve man, min dît di telefonê de bi Tirkî diaxive. Min jî got qey gazî hevalên xwe dike û ez û hevalê xwe, me xwest em bi wesayîtê biçin. Dema ku min xwest li wesayîtê siwar bibim, min dît meqes di destê wî de ye û ber bi min ve tê. Bi meqesê li min da. Min berê fêm nekir çend heb li min daye lê dema ku li dilê min da, gelek xwîn hat. Wê demê min xwest gazî ambûlansê bikin. Dema ku polîs hat, êrîşkar reviya. Armanca êrîşkar ev bû ku min bikuje.”

Avşîn Zikrî diyar kir ew naxwaze li vir bijî û got “Dibe ku dîsa heman êrîş pêk were. Êrîşkarê li Parîsê jî ji girtîgehê derket û êrîşî Kurdan kir. Tu kes nikare garantiyê bide ku ev kes wê heman tiştî neke.” Avşîn Zikrî ji edaleta Fransayê xwest ku bila êrîşkar bi tundî bê cezakirin.

Zana Selîmî yê ku hevalê Avşîn Zikrî jî go “Tirk li her derê êrîşî Kurdan dikin. Tirk bi nijadperestiyê mezin dibin. Dijminê Kurdan in. Ev êrîşa yekem e. Tekane sedema êrîşê ev e ku hevalê min kesekî Kurd e. Tişta ku îro li vir hatiye jiyîn dûmahîka êrîşa Parîsê ye. Îro ev êrîşkar xistine girtîgehê lê heke were berdan wê senaryoya li Parîsê were dubarekirin. Ji ber ku ev bi kîn û nefretê dijîn.”

ANF/LILLE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.