• Kurdistaniyan li paytexta Swîsreyê Bernê, ji bo li Bernê di saziyên fermî de zimanê Kurdî jî hebe, miracaetî meclsîa şaredariyê kir. 

ONER POLAT/BERN

Kurdistaniyan li paytexta Swîsreyê Bernê, ji bo li Bernê di saziyên fermî de zimanê Kurdî jî hebe, miracaetî meclsîa şaredariyê kir.

Serjimara kurdistaniyên ji Tirkiye, Iraq, Îran û Suriyê li kantona Bernê ji 6 hezaran dibihure. Lê tevî vê jî zimanê Kurdî fermî nayê naskirin. Li şûna wê zimanên dewletên jê tên li ser wan tê ferzkirin.

Li hemberî vê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK), Komeleya Çandê ya Kurd û tirk (Kütüsch), Înstîtuya Kurdî ya Swîsreyê û Dergah Bernê bi hev re înîsiyatîfek da destpêkirin. Înîsiyatîfê dosyayek bi daxwazên kurdistaniyan, tevî 200 îmzeyî radestî meclîsa şaredariyê ya Bernê kir.

Parlamenterê kantona Bernê ya ji Partiya Kesk Haşim Sancar, derhêner Mano Xelîl û rêxistina bi navê Gesellschaft fur Minderheiten in der Schweiz jî destekê didin înîsiyatîfê. Înîsiyatîf doh bi wezîra Perwerde, Civak û Sporê ya bajarê Bernê Franziska Teuscherê re civiya.

Franziska Teuscher got, berhevkirina îmzeyan û îfadekirina daxwazan muhim e. Wê got ew ê dosyayê û îmzeyan di demeke kurt de binirxînin û bibin rêveberiya bajêr.

Li ser navê înîsiyatîfê Yeşim Ekici jî ji ANF’ê re peyivî û got, "Nexasim li saziyên fermî û di nameyên fermî de em dixwazin bi zimanê xwe, xwe îfade bikin. Ji bo vê me 200 îmzeyên xwe radestî rêveberiya bajêr a Bernê kirin."