Ji bo krîmînalîzekirina Kurdan welatiyên xwe jî krîmînalîze dikin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 26 Îlon 2023 - 04:54

Wêne: Yê malbatê ye, Ann Marie Davies bixwe daye BBC´yê.

Jineke ji Galiyayê ya ku ji betlaneyê tevî keça xwe ya 14 salî vedigeriya Ingilîstanê, ji aliyê polêsên kontrola sînor ve hat girtin, nimûneyên wê yên DNA´yê hatin girtin û şopên wê yên tiliyan hatin tomarkirin.

Jina Galiyayî, Ann Marie Davies, bi malbata xwe re çûbû betlaneyê. Li gorî nûçeya Nick Bourne û Harry Pettigrew ji  BBC Newsê re amade kiriye, gava ev jina hanê ji Potugalê vedigeriya Ingilîstanê, li balefirgehê hatiye sekinandin.

Jina ji bajarê Swansea yê nêzîkî paytexta Galiyayê Cardiffê, dibêje, memûrên Ingilîstanê ji wê pirsîna, ka gelo ew destekê dide PKK´ê yan na. Ji dema guhertina qanûnê yanî ji dema lêbûna “Qanûna Terorîzmê 2000”î ve memûrên Ingilîstanê dikarin xelkê bisekinînin û pirsên wiha jî ji wan bipirsin.

Ann Marie Davies a 49 salî, beriya bi 30 salan li Tirkiyeyê mamostetiya Ingilîzî kiriye û ji hingê ve mafê Kurdan diparêze. Wezareta Karê hundir red kiriye ku tiştekî bibêje li ser meselê, lê gotiye, memûrên wê dikarin xelkê bisekîne.

Ew dibêje, “ez çi keça min û hevalê min qut kirin û îfadeya min girtin”. Wekî din nimûneya wê ya DNA´yê jî tê girtin. Wê ji qismê Radyoya BBC´yê ya bi navê Wales´ Sunday Radio re gotiye, “Ez hê jî xweşik bi sedema wê nizanim, ka çima îfade ya min girtin”.

Lê texmîneke wê heye: “Yek sedema tenê dibe ku hebe, tiştekî Kurdî bû; wan li telefona min nihêrî û tê de vîdeoyeke şeveke çandî tevî helbest û reqsê hebû. Di çanda Kurdî de muhim e ku mirov weke malbat bên cem hev, ji ber wê jî esas ev şeveke ji bo malbatê jî bû. Malbata min çûyê. Gelek hevalên min hatibûn. Êvareke pirr bi kêf bû. Vîdeoya ku fikar bi wan re çêkir ev bû … şeveke reqs û dansê”.

Axir qanûnên ku gelek welatên Ewrûpayê ji bo krîmînalîzekirina Kurdan çêkirin, gelek caran li serê welatiyên wan jî dibin bela.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.