Ji bo Heyva Sor teşwîq dikin

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 25 Sibat 2023 - 03:24

M. ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG

 

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê, parlamenterê serbixwe yê bajêr Mehmet Yildiz bi komeke ji 15 kesan ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re dixebite. 

Mehmet Yildiz bi eslê xwe ji Sariz a ser bi Kayseriyê ye. Ji roja ewilî ya erdheja navenda wê Bazarcix a 6´ê Sibatê, wî li semta Billstedt a Hamburgê komek ji bo piştgiriyê anî cem hev: “Me li bazara semta Billstedtê dezgeh danî. Mirovên kedkar gelekî destekê didin me. Gava alîkariyê didin, gelek kes dibêjin,  ‘alîkarî ji dewletê re diçin, ez nadim’. Aciziyeke mezin ji dewleta Tirk heye.”

Mehmet Yildiz dibêje, ew qismekî ji alîkariyê ji Rojava re jî dişînin û wiha dewam kir: “Em belavokên li ser wan hesabên alîkariyê yên Heyva Sor hene, didin xelkê. Em wan teşwîq dikin da ku alîkariyên xwe di ser Heyv Sor re bikin. Em ji wan re behsa xebatên Heyva Sorê jî dikin. 

Hefteya bê, li Billstedt Zentrumê jî em ê dezgehê deynin. Ji bilî alîkariya madî, em ê malzemeyên ji bo xizmetên tenduristiyê lazim jî bidin hev. Ji bo wan bigihînin cihên lazim jî em bi saziyên erkdar re dipeyivin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.