Huseyin Okur ê li Stuttgartê hatiye dinê, di hilbijartinên eyaletê yên Baden-Wurttembergê yên 14´ê Adarê de ji Partiya Çep (Die Linke) namzetê parlamenteriyê ye. Okur dibêje, "Li şûna ku em ê ji tiştên şaş biqeherin, em angaje bibin. Em ji bo guhertinê di nava çerxên biryardayînê de cihê xwe bigirin. Em li vî welatê dimînin û ji bo vê divê em hewl bidin."

Huseyîn Okur dibêje li Stuttgartê kirê gelekî biha ne û ji ber wê ew dixwaze ku warê milk êdî bêhtir neyê arizîkirin. Ew dixwaze bêhtir xaniyên civakî bên avakirin. Li gorî wî qederê 50 hezar mal li eyaletê kêm in. 

Huseyîn Okur di 13 saliya xwe de li saziyên Kurdan pêşî bi siyasetê dibe: "Wan çaxan ya ku herî zêde tesîr li min kir nivîseke li ser Kurdistanê bû. Piştî wê min lêkolînên xwe li ser zext, înkar, asîmîlasyon, qedexekirina zimên kirin û van ez diwarê hestî de ez polîtîze kirim. Ez lê serwext bûm ka têkoşîna azadiyê û berxwedana Kurdan çi qasî girîng e. Ez nexasim jî fêr bûm, mirov siyasî çalak nebe ti tişt wê neguhere."

Qedexekirina maşînên bi mazotê li nava bajaran li gorî wî erênî ye, lê kêm e: "Em dixwazin bilêta salê bi 365 euroyan a ji bo çûnûhatina giştî teşwîq bikin." 

Mijareke din ku ew pê dadikeve sihet e û dibêje, sihet ne malek e ku bê firotin û kar jê bê kirin. 

Huseyin Okur wekî din dixwaze budceya ji bo perwerdeyê bê zêdekirin.

Huseyin Okur herî dawî bi bîr dixe ku kesên dengê xwe nadin jî tesîrê li hilbijartinê dikin, û xwest nexasim jî Kurd ên ku nûneriya wan a dîplomatîk wekî din nîne, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.