Ji bo ewlehiya Rojava dewam dike

Çarşem 7 Îlon 2022 - 01:13

Qonaxa Duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê ya li dijî DAIŞ´ê di roja 14’an de dewam dike. Doh operasyona lêgerîn û parqijkirinê li beşa 6'an a kampa Holê bi rê ve çû.

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ku di 25’ê Tebaxê de dest pê kir dewam dike. Operasyonê doh jî berêî sibehê saet 5´an dest pê kir û li beşa 6'an a kampê ya ku welatiyên Sûriyê lê dimînin, bi rê ve çû.

Di operasyonê de hêzên beşdar cebilxane, maske, cil û bergên leşkerî, pirtûk û lênûsên li ser îdeolojiya tundraw a DAIŞ'ê, her wiha telefonên destan jî dîtin û desteser kirin.

 

23 çeteyên DAIŞ´ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh wekî din li ser bîlançoya operasyonî ya rojîn 11 û 12´an daxuyaniyek da. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku di roja 11 û 12’an qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de “23 endamên DAIŞ’ê hatine girtin, 6 ji wan jin bûn. Di heman demê de 7 çal hatin dîtin û 8 cihên ku şaneyên DAIŞ’ê ji bo perwerde û êşkenceyê bi kar dianîn jî hatin rakirin.

Her wiha 4 bombeyên destan, 388 fîşek, 3 jarjûrên çeka Kaleşnîkovê, 4 çenteyên leşkerî, gelek xetên peywendiyê û kartên wekî harddîskan û laptopeke ên ku di binê erdê de bûn, hatin desteserkirin.”

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.