Ji bo kitêba li ser înternasyonalîsta li nav refên gerîlayên PKK´ê de Ellen Stêrk hatî nivîsandin, Tîrmehê wê rêzeçalakiyên xwendina ji kitêbê bên lidarxistin. Kitêba ku kolektîfekê ji weşanên “editiopn assemblage” derxist bi navê "Verändern wollte ich eine Menge - Aus dem Leben der Internationalistin Ellen Stêrk" (Min dixwest gelek tiûtan biguherim - ji jiyana înternasyonalîst Ellen Stêrk) derçûbû.
Vê mehê wê çalakiyên li ser pirtûkê dîsa bên li dar xistin. Ev çalakiyên xwendina ji kitêbê wê 10´ê Tîrmehê li bajarê Elmanyayê Stuttgartê dest pê bikin û 18´ê Tîrmehê jî li bajarê Elmanyayê Nurnbergê biqedin. Li bajarên Swîsreyê Bern, Basel û Zurichê, û li bajarên Elmanyayê Tubingen, Konstanz û Munchenê jî wê çalakî bên lidarxistin. Organîzator bang li xelkê dike û dibêje, ji bo ku hûn jiyan û têkoşîna Ellen Stêrk ya li Elmanya û Kurdistanê nas bikin tevlî van çalakiyan bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN