• Ji bo DAÎŞ'ê li Awûstûryayê alîkarî û pere kom kirine.

Alîgirên DAÎŞ'ê ji bo çeteyên xwe yên di destê YPG/QSD'ê de birevînin, bi navê "Eve's Help Club" li Awûstûryayê saziyeke alîkariyê ava kirine.
Eşkere bû ku ji bo revandina endamên çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgeh û kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê saziyeke alîkariyê ya bi navê "Eve's Help Club" pere kom kiriye. Tê gotin, pereyê ku saziyê bi rêya propaganda li medya dîjîtal kom kiriye, ji bo revandina DAÎŞ'iyan şandiye Sûriyeyê.
Hêzên ewlekariyê yên Awûstûryayê têkildarî mijarê dest bi lêpirsînê kirin, lê balkêş e ku demeke dirêj karên vê saziyê ji nedîtî ve hatin. Ev rewşa sosret li yek ji rojnameyên sereke yên Awûstûryayê Der Standartê hate eşkerekirin. Rojnameyê bi berfirehî nivîsî ku bi bikaranîna hestên olî û mirovî yên mirovan ji bo revandina DAÎŞ'iyan bi çi rengî pere hatine komkirin û diyar kir ku lêkolînkirina mijarê 6 mehan dewam kiriye.

ANF/VIYANA