Pêr di bultena sereke ya televizyona dewletê ya Swîsreyî SFR´yê de ji vekirina buroya Nûneriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re tam 4 deqîqe û 35 saniye hatin veqetandin. Di bultena 25 deqîqeyî de ew nûçeya sêyem bû. 
Nûçe bi sernavê "Kurdên Sûrî li Cenevreyê li qebûla navneteweyî digerin" hat weşandin. Ji bilî hevpeyvîneke bi Cihgirê Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweser bedaran Çiya Kurd re, bi nûnerên partiyên siyasî yên Swîsreyî re jî hatibû peyivîn. 

Ew jî vekirina buroyê, nexasim ji ber ku li Cenevreyê hevdîtinên ji bo çareseriyeke muhtemel ji bo pirsgirêkê bi rê ve diçin erênî dibînin û dibêjin zirarê nade bêalîbûna Swîsreyê, lewma "Rojava" jî aliyek e.

Nûçe cih dide reaksiyona dewleta Tirk jî. Sefîrê Tirk li Bernê ji buroyê pirr aciz bûye û gotiye, "Buroya Rêveberiya Xweser a qaşo li bakur û Rojhilatê Sûrî hevgirê PKK´ê ye."

Jixwe, Wezareta Karê Derve ya Tirk jî dabû zanîn ku wan berpirsiyarê sefareta Swîsreyê li Enqerê vexwendiyê elaqedarî mijarê.

BERN