- Li Ewrûpa îsal pîrozbahiyên Newrozê bi banga KCDK-E´yê vediguherin pêngava doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê.
KCDK-E´yê ji bo pîrozkirina Newrozê li Ewrûpayê daxuyaniyek da û got, “Ji bo ku em Newrozê veguherînin pêngaveke mezin a ji bo sihet û ewlehiya Rêber Apo, em seferber bibin, bi slogana ´Rêberiya azad û Kurdistana azad´ em li her derî Newrozê pîroz bikin.
KCDK-E´yê di banga xwe ya ji bo Newrozê de got, “Yekane rêya bidawîkirina tecrîdê ew e ku em rojê, her roja dîrokî veguherînin roja azadkirina Rêber Apo. Em agirê Newrozê weke agirê azadkirina Rêber Apo pêxin. Em Newroza li gelek bajarên Ewrûpayê bi armanca şikandina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê Azadkirina Rêber Apo pîroz bikin.”
ELMANYA
KON-MED´ê jî da zanîn ku ew ê bi slogana “Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” Newrozê pîroz bikin. Bernameya pîrozbahiyan ya heta niha piştrast bûyî wiha ye:
Dusseldorf: 20´ê Adarê wê ji du milan ve saet 11:30´î meş pêk were. Milê Heftenînê wê li Heifer Park Eintrachtstr. bicive û Baskê Milê Garê jî li ber avahiya DGB Hausê.
Stuttgart: 19´ê Adarê roja înê saet 18:00’an ji Rotebuhlplatzê meşa bi meşale wê dest pê bike.
20´ê Adarê jî saet 12:00´an li Marienplatzê Newroz tê pîrozkirin.
Freiburg: 20´ê Adarê saet 17:00’an meşa bi meşale çêdibe û piştre li Platz der Alten Synagoge Newroz tê pîrozkirin.
Munchen: 20´ê Adarê saet 16:00’an li Rotkreuzplatzê pîrozbahiya Newrozê heye.
Nurnberg: 20´ê Adarê saet 16.00’an li Ausesplatzê piştî meşê, li Pilarre pîrozbahî wê hebe.
Heilbronn: 20´ê Adarê saet 15:30’î de li Soleo-Bollwerkstrumê meş dest pê dike û paşê li Theresienwieseyê pîrozbahî heye.
Bodensee: 20´ê Adarê saet 14:00’an li baxçeyê komeleyê Newroz tê pîrozkirin.
Frankfurt: 20´ê Adarê saet 14:00’an li Frankfurt Hbfê meş heye û 17:30’da li Bockenheimer Warte bernameya muzîkê heye.
Mannheim: 20´ê Adarê saet 17:30’î de li Alte Feuerwacher Newroz bi bernameya muzîkê tê pîrozkirin.
Berlîn: 21´ê Adarê saet 13:00’an li Oranienplatz /Kreuzbergê Newroz tê pîrozkirin.
Dresden: 21´ê Adarê saet 13:00’an Newroz li Königsuferê tê pîrozkirin.
Leipzig: 21´ê Adarê saet 13:00’an li “Park Rabet“ê Newroz tê pîrozkirin.
Hannover: 20´ê Adarê saet 13:00’an li Schützenplatzê piştî meşê wê konserek bê dayîn.
21´ê Adarê saet 14:00´an li meydana Halim Dener (Pfarrlandplatz) Newroz tê pîrozkirin.
Hamburg: 28´ê Adarê wê ji bo eyaletê pîrozbahiya Newrozê li Ojendorfer Parkê saet 13:00’an dest pê bike.
Bremen: 20´ê Adarê saet 15:00´an li Ziegenmarkê pîrozbahiya Newrozê dest pê dike.
Ulm: 20´ê Adarê saet 17:00´an li Munsterplazê meşa Newrozê heye.
FRANSA
Li Fransayê pîrozbahiyên Newrozê wê 20-21´ê Adarê bîn kiirin.
Parîs: Meşa meşaleyî wê 20´ê Adarê saet 12:00´an li ji Chateletê dest pê bike. 21´ê Adarê saet 12:00´an jî ji Gare de l’Estê meş dest pê dike heta bi Meydana Republiquê û li wir pîrozbahî wê hebe.
Montpellier: 21´ê Adarê saet 14:00´an li Parka Peyrou pîrozbahî heye.
Rennes: 21´ê Adarê saet 13:00´an li Parka Gayeulles pîrozbahî dest pê dike.
Wekî din li Belçika, Swîsre, Norwêc, Swêd, Danîmarka, Holanda, Awusturya, Awustralya, Yewnanistan, Kanada, Qibrisê jî pîrozbahiyên Newrozê hene. Li Brîtanyayê wê pîrozbahiyê girseyî nebin, lê li park, baxçe û li ser platformên online pîrozbahiyên Newrozê wê bên kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN