Ji bo azadiya Rêber Apo!
Çarşem 18 Çile 2023 - 00:07
Mehmet Akar pêr êvarê li Amedê li ser bedenê, li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Akar got, "Agirê ku bedena min şewitand, bila Îmraliyê ronî bike. Hêviya min ew e ku ev çalakî bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo."
Mehmet Akar ê 25 salî li ser Birca Keçika a li navçeya Sûrê ya Amedê xwe şewitand. Mehmet Akar lawê Hacîre Akar e. Hacîre Akar sala 2019’an çûbû ber avahiya HDP’ê ya Amedê û bi îdiaya “lawê wê revandine çiyê” dest bi rûniştinê kiribû. Mehmet Akar jî gotibû, malbata wî bi darê zorê wî dide zewicandin û wî xwe li Amedê veşartiye. Piştî çend rojan Akar hatibû cem diya xwe û diya wî rûniştina xwe bi dawî kiribû. Akar piştre hatibû zewicandin.
Mehmet Akar şehîd bû
Piştî Akar xwe şewitand, dewleta Tirk a dagirker gelek tîmên tenduristiyê û polês sewqî cihê bûyerê kirin. Tîmên tenduristiyê, Akar rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hate ragihandin ku ciwanê Kurd li nexweşxaneyê şehîd bûye. Cenazeyê Mehmet Akar rakirin morga saziya tiba edlî û cenazeyê Akar wê li gundê gundê Axmêşat ê ser bi Sûrê were veşartin.
Bila agirê bedena min Îmraliyê ronî bike
Derket holê ku Akar li pey xwe nameyek jî hiştiye. Akar di nameya xwe de diyar kiriye ku wî li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan ev çalakî li dar xistiye. Akar nameya xwe bi Kurmancî nivîsandiye û dibêje, "Silav hevalno. Ez dixwazim çalakiya heval Bubo silav bikim. Ji Rêber Apo agahî nayê girtinê. Ne destûra malbata wî ne jî destûra parêzerên wî tê dayîn ku hevdîtinê bikin. Bêyî ku ti hincetê nîşanî serlêdanan bidin, hevdîtin tê redkirin. Êdî em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in.
Ez jî li dijî vê yekê saet di 21.21'an de li Birca Keçikan a Amedê bedena xwe didim ber agir. Ronahiya agirê ku digire bedena min, bila Îmraliyê ronî bike. Ez hêvî dikim ku wê ev çalakiya min bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”
AMED