Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Fransayê ji bo ku PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Yekîtiya Ewrûpayê bê derxistin, kampanyayeke demdirêj da destpêkirin. Ev sazî, dem û dezgeh bi ‘Kollektîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re’ hatin ba hev, ji bo ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin bang, li civaka navneteweyî dikin. Ew dibêjin, “Berxwedana gelê Kurd me hemûyan eleqedar dike, qanûnîbûna PKK’ê deynekî me ye, divê em bidin gelê Kurd”. Wan da zanîn ku ev kampanya wê bi çalakiyên cihê demeke dirêj bidomîne.

Kollektîfê diyar kir ku cihgirtina PKK’ê di lîsteyê de heqaret e li gelê Kurd û bang li serokkomarê Fransayê û serokdewletên welatên Ewrûpayê kir da ku li hemberî pergala dîktatoriyê ya Tirk cezayên darîçav bidin.

Kolektîfê got, "Heta doh jî Fransa jî di nav de civaka navneteweyî li dijî DAIŞ’ê xwe spartibû têkoşîna bê şert a hêzên Kurd. Bi fedakariyên mezin şervanên PYD û PKK’ê ji bo ku dinyayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, xwe kirin mertalên zindî."

Kolektîfê bi bîr xist ku dewleta Tirk mafê mirovan binpê dike, hiqûqa navneteweyî binpê dike û ev jî bi gelek rapor û biryaran hatiye piştrastkirin.

Kolektîfê ji serokdewletan re got, "Lîderên rêzdar ên Fransayê û Ewrûpayê, em bi rengekî eşkere ji we dixwazin ku polîtîkayên xwe yên serkutkirinê rawestînin, dawî li êş, zilm û bêedaletiya bi dehan salan bînin û dînamîka Kurdan bibînin. Pirsgirêka PKK'ê li Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê ye; li dijî paşverûtî û despotîzmê, ji bo Rojhilata Navîn a Dûr û Navîn li aştî û aramiyê vegere, PKK muxatebê bingehîn e. Em ji we dixwazin ku hûn bi berpirsyariyên xwe rabin, li dijî rejîma dîktatoriyê ya Tirk cezayên hîn darîçav bi cih bînin û PKK ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin."

PARÎS