Ji bo alîkariya mexdûran konser

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 20 Adar 2023 - 01:26

M. ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG

 

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê, Coolturê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê re konserek li dar xist. Hunermendan ti pere ji bo konserê nexwestin. Tevahiya dahatên ji konserê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê hatin veqetandin. Konser li semta Harburgê li hola konseran a Friedrich-Ebert Halle hat li darxistin. Di konserê de meclîsa Jinan a Rojbîn a Hamburgê jî xwarinên malê li ser dezgehêkê firotin û ji bo mexdûran alîkariya madî berhev kir. 

Nivîskaran Îlhan Akdeniz û Îlhan Akterde jî li dezgehên xwe kitêbên xwe îmzekirin. Baran Bozyel, Bermal Çem, Umut Botan, Mizgin Kılıç, Sipan Xelat, Birdss of Babylon û Ferhat Emen jî derketin ser dike.  

Nûnera “Hamburg Cooltur”ê Adalet Amed got, ew ji roja destpêkê ya erdhejê ve alîkariyê berhev dikin û qismekî vê alîkariyê jî didin Heyva Sor a Kurdistanê. Wê got, “Me kamyoneke tijî av, dexl û dermanên paqijiyê şandin Semsûrê. Em ê ji bo zarokên sêwî mane jî projeyan bi pêş bixin. Em ê di çarçoveya kampanyaya HDP´ê ya bi navê mala min mala te ye jî xebtan bimeşînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.