Ji ber xemsariyê PDK’ê 13 şehîd

În 3 Kanûn 2021 - 23:36

  • Li gundê Mexmûrê, Xidirceyê di êrişa DAIŞ´ê de 10 pêşmerge û 3 welatî şehîd bûn. Welatî û fermandarên pêşmerge xemsariya hikûmeta Hewlêrê weke sedema sereke ya zêdebûna êrişan û şehîdbûna pêşmerge û welatiyan nîşan didin.  

Hejmara şehîdên di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî gundê Xidirce yê Mexmûrê de herî dawî weke 13 hat eşkere kirin. Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnav got, di kemîna DAIŞ´ê de 7 û li gund jî 3 pêşmerge şehîd bûne. DAIŞ´ê wekî din 3 bira jî ji malekê şehîd kirin.

Yanî di êrişê de 13 welatî şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê pêr bi şev li gundê Xidirce yê ser bi Mexmûrê, êrişî xelkê gund kir. Di êrişê de 3 birayan jiyana xwe ji dest da 4 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê komek pêşmerge ber bi gund ve bi rê dikevin. Çeteyan li ser rêya gundê Nazî Kend ya Herêma Mexmûrê kemîn danî ber pêşmergeyên bi hewara xelkê gund ve diçûn. Lê pêşmerge ketin kemîna çeteyan, di encama kemîna çeteyan de 2 jê fermandar 7 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû. Wekî din li gund jî ji 8 pêşmergeyan 3 hatin şehîdkirin. 

Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw hejmara şehîdên di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li 
Çeteyên DAIŞ´ê pê bi şev êrişî gundê Xidirce yê li herêma Qereçûx a ser bi Mexmûrê ve kir û di encamê de 10 pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 4 Pêşmerge û sivîlek jî birîndar bûn.

Fermandarekî li Fermandariya Hewlêrê ya Hêza Pêşmerge, Necat Xule got, di êrişê de komek pêşmerge ketiye kemînê û di kemînê de raîdêk û neqîbek tevî 5 pêşmergeyan şehîd bûne. 

Navê wan Pêşmergeyên ku di kemîna DAIŞê û şehîd bûn jî wiha hat eşkerekirin: Raîd Nifî Xule, Neqîb Fexredîn Seîd, Kameran Puşo, Senger Şerîf, Şukir Ebuzêd, Yasîn Mihemed û Nazim Ebdulla Reza.

Wekî din 3 pêşmergeyên din jî di nava gund de û ji ber qezayeke di dema êrişê de şehîd bûn û 3 Pêşmerge birîndar bûn.

3 bira şehîd bûn

Li aliyê din di êrişa DAIŞ´ê de 3 birayên bi navên Nazim, Azad û Berzan Ismaîl jî şehîd bûn. Cenazeyên şehîdan bo Bijîşkiya Dadê ya Hewlêrê hatine veguhestin.

Malbata her sê birayên şehîdên ji çapemeniyê re axivîn û agahiyên li ser bûyerên dan. Ji agahiyan diyar dibe ku rayedarên PDK´ê guh nedane bangên gund ên beriya niha ji bo parastina gund. Wekî din 8 pêşmergeyên li gund bicihkirî jî nekarîne xwe jî biparêzin.

Yek ji birayên sax mayî ji kanala NRT TV re peyivî û got, qederê 20-25 endamên çeteya DAIŞ´ê êrişî gundê wan kiriye û wan jî xwe parastiye. Wî got, heta guleya dawî jî wan bergîriya gund kiriye. Ew dibêje, wan kiriye hewar ji bo ku pêşmergeyên li gund jî bergiriyê bikin lê wan "Yek guleya bi tenê jî" neteqandiye. 

Birayekî din ê ji malê jî got, gava ew pê hisiyan hin kes xwe nêzî gund dikin û ew DAIŞ´î ne wê êrişê bibin ser gund, wan fermandariya pêşmerge agahdar kiriye, lê fermandariyê gotiye, destûra wan nîne ku dest werdin deverê. Wî got, 3 birayên wî şehîd bûn, lê wan li ber xwe da ye û heta "Heger me bergirî nekira, wê 5 pêşmergeyên mayî ji gund hilgira û bibira."

Her du birayan jî piştrast kir ku berê wan gelek caran dawe kiriye ku nuqteyeke pêşmerge li gund bê avakirin, lê kesî guh nedaye wan. DAIŞ´ê berê jî êrişî gund kiribû, gundiyan karî bergiriya xwe bikin. Lê vê carê komeke qelebalix bi ser gund de girtiye. 

Yekî ji birayan jî got, devera ku DAIŞ lê nîv saetê dûrî gund e û diviyabû gundê wan li dijî DAIŞ´ê bihata parastin.

PDK çima wiha dike?

Ji çiyayê Qereçûx heta Hemrînê pêşmerge li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê hatine bicihkirin û ji ber kêmbûna hêz û nebûna çekên pêwîst, rojane xwîn dirije. Tevî vê jî PDK li şûna van sînoran çek û hêzê dişîne Herêmên Parastina Medyayê û li hemberî gerîla çeperan çêdike.

Li hinek herêmên li ser sînor heta bi firehiya 40 kîlometreyan, valahî heye. Tevgera çeteyên DAIŞ’ê heye û êriş dikin. Her ku diçe rewşa van herêman xerabtir dibe. Li gorî agahiyan tenê li herêma Xaneqîn û Germiyan ji ber êriş û metirsiyan zêdetirî 100 gundî hatine valakirin.

Beriya vê, tenê di hefteyekê de, çeteyên DAIŞ’ê 2 êriş kirin. Yek li gundê Kuleco ya din jî li bajaroka Kifrî pêk anî û di êrişê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 7 pêşmerge jî birîndar bûn.

Lîwa û fermandarên pêşmergeyan ên wan herêman metirsiya çeteyan tînin ziman û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê sedema sereke ya berdewambûna vê rewşê dibînin. Li gorî wan, çeper û baregehên pêşmerge yên van sînoran tên paşguhkirin.

Fermandarê Lîwaya 3 ya Piyade ya Hêzên Pêşmerge Emîd Dilêr Şikur ji Rojnewsê re axivî û got, "Valahiya ewlehyê û coxrafya herêmê wiha kiriye, bibe navenda DAIŞ’ê. Ji bo tinekirina wan, divê pêşmerge bi çekên pêşketîtir û hêzeke zêdetir dest bi operasyonê bike"

Ka çekên koalîsyonê?

Parlamenterê Nifşê Nû yê Herêma Kurdistanê Kawa Ebdulqadir ev pirs kirin: “Ji ber çi ew çek û amûrên leşkerî yên koalîsyonê dane Wezareta Pêşmerge nadin hêzên pêşmergeyên li eniya pêş in? Ew çek li ku derê danîne? Ji bo çi bi kar nayînin? Divê Parlamena Herêma Kurdistanê bang li wezîr û rayedarên Wezareta Pêşmerge bike û lêpirsînê li gel wan bike.”

Kawa Ebdulqadir ev pirsên xwe piştî êrişa DAIŞ´ê ya li dijî Mexmûrê li ser hesabê xwe yê facebookê kirin. Wî wekî din bi bîr xist ku zêdetirî salekê, pêşmergeyên eniya pêş daxwaza çekên pêşketî dikin, lê hikûmet û Wezareta Pêşmerge daxwaza wan pêşwazî nake.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.