- Yek ji karkerên li Sakaryayê, komeke ji 30 kesan êrişî wan kir, Mehmet Karakaş bû. Wî got, ji ber ew Kurd in, êrişên bi vî rengî dibin ser wan.
Yek ji karkerên li Sakaryayê, komeke ji 30 kesan êrişî wan kir, Mehmet Karakaş bû. Wî got, ji ber ew Kurd in, êrişên bi vî rengî dibin ser wan.
Di 27’ê Tebaxê de karkerên çandiniyê yên ji Amedê ji bo çinîna bindeqan ji Amedê çûn taxa Çamlica ya navçeya Hendek a Sakaryayê. Komeke ji 30 kesan û di nava wan de xwediyên baxçeyan û xizmên wan jî hebûn, êrişî karkerêîn Kurd kirin. Di êrişê de zarokeke 15 salî û û ciwanekî 18 salî birîndar bûn.
Yek ji karkerên çinîna bindeqan yê ku êrişî wî hat kirin, Mehmet Karakaş bû. Mehmet Karakaş got, baxçeyê bindeqan kaş in û ji ber ku tûrikên li aliyê jor dihatin gêrkirin kevir bi lingê hevalên jin de ketiye. Aloziya pêşî wan asteng kiriye, û nehiştiye şer biqewime.
Karakaş, da zanîn ku aliyê din bi gotina “em ê li jêr hev bibînin” gef li wan xwarine ew jî piştî paydosê di vê pêvajoyê de derbasî mala bê dêrî û pace ya ku hêj înşaete bûne: “Dema em ketin malê, me lê nêrî komeke ji 20-30 kesan li ber derî disekinin. 30 kesan êrişî me kir. Me jî di wê kêliyê de rahişt daran û li gorî wan mudaxele kir. Devereke yekî ji êrişkaran şikest, zarokekî me yê di bin 15 salî de jî ji serê xwe birîndar bû. Dû re me mala xwe bar kir û em di bin parastinê de ji wir dûr ketin. Em 23 rojan ji wan re xebitîn. Pereyê me jî nedan me. Me giliyê wan kir lê wan jî giliyê me kiriye. “Divê Kurdên me neyên vê herêmê û nexebitin. Ez difikirim ku ji ber nasnameya me ya kurdbûnê êriş kirin, cihekarî heye.”
MA/AMED