Ji ber êrişan xelk zirarê dibîne
Pêncşem 11 Çile 2024 - 03:45
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê YRK derbarê êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Asosê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya YRK’ê bi vî rengî ye:“Di 6’ê Çileya 2024’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 4 caran herêma Asos bombebaran kir. Di wan êrişan de ti zirarek li hêzên me nebû, lê bax û baxçeyên xelkê me yê herêmê zirar dît.”
NAVENDA NÛÇEYAN