Ji ber aşûtê 28 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 23 Çile 2023 - 00:09

 

Li Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê, aşût ket ser otobanê û 28 kes di bûyerê de mirin.

Li başûrrojavaye Herêma Xweser a Tîbetê, li bajarê Nyîngçiyê aşût kete ser otobanê. Medyaya Çînê da zanîn ku gelek wesayît di binê berfê de mane.

Tîmên rizgarkirinê yên bi hezar û 300 kesan xebatên xwe yên rizgarkirinê qedandin.

Hate ragihandin di aşûtê de 28 kes mirine.

PEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.