- Şandeya HDP’ê bi armanca vexwendina Newroza Amedê, li Hewlêrê diçe serdana partiyên siyasî.
Şandeya HDP’ê bi armanca vexwendina Newroza Amedê, li Hewlêrê diçe serdana partiyên siyasî. Doh bi vê armancê ew çû serdana Yekgirtûy Îslamiy Kurdistan. Di serdanê de wê bal bire ser bihêzkirina peywendiyên dualî û yekrêziya ji bo mijarên nîştimanî.
Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier û Hasan Kaçmaz di şandeyê de ne û partiyên siyasî vedixwînin Newroza Amedê. Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê jî bi şandeyê re ye. Şande doh çû serdana Yekgirtûy Îslamiy Kurdistan. Îmam Taşçier piştî civînê got, “Îro me bi armanca vexwendina Cejna Newrozê li Bakurê Kurdistanê, ew diçin serdana aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê. Wî wekî din got, “Me qala yekrêzî û yekgirtina nava hêzên Kurdan kir. Herwiha em ê ji bo vexwendina Bakurê Kurdistanê serdana hemû aliyan bikin.”
Rêveberê Buroya Peywendiyan a Derve ya Yekgirtûya Îslamiy Kurdistan, Mihemed Daretûyî jî got, “Bi armanca bi hêzkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de, şandeya HDP’ê hat serdana me. Wan em weke Yekgirtû, em ji bo şahiya sersala Kurdî vexwendin Amedê.”
ROJNEWS/HEWLÊR