NÎHAL BAYRAM
MAINZ
Dr. Michael Wilk li Rojava xizmetên tenduristiyê dide. Wî got, li deverê ji bo 4 milyon kesan, tenê 17 hezar 500 derziyên parzayê hene.
Federasyona FCDK-KAWA ya li Elmanyayê û Civaka-Azad pêncşemê paneleke online bi sernavê "Di dema Koronayê de rewşa Rojava" organîze kir. Di panela bi bernameya Zoomê de ji gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî, nûnerên gelek saziyên civakî, partiyên siyasî, înîsiyatêfan û rêxistinên Elman jî beşdarî panelê bûn.
Di panelê de ji bilî Dr. Michael Wilk, fîzyo-terapîst Torsten Lengfeld û Benjamin Ernst jî peyivîn û wan got, kêmasî di têkoşîna li dijî pandemiyê de hene.
Dr. Wilk got, "Xebatkarên tenduristiyê têra xwe nehatine perwerdekirin û ekîpmanên wan jî kêm in. Malbatên Kurd û Ereb jî di warê çandî de, nexweş bikevin jî dixwazin li cem malbatan bimînin. Axir meseleya herî giran ew e ku ji bo serjimara 4 milyonan, heta dawiya Gulanê tenê 17 hezar 500 derziyên parzayê yên li dijî Covid-19´ê gihiştibûn Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî."
Pispor û terapîst kêm in
Dr. Torsten Lengfeld jî got, armanca wan a sereke perwerdekirina xebatkarên tenduristiyê yên li Rojava ye û wiha peyivî: "Perwerdeyeke xebatkarên tenduritiyê ya tibî nîne. Bi dilxwazî dixebitin. Pirraniya wexta me li akademiya Fizîkê derbas bû. Pispor yan ji ber şer penaber bûne, yan jî şehîd bûne. Van 6 salên dawî de ez perwerde dikim, lê min yek kesê ehlê meselê nedît. Bi xêra perwerdeyê agahdar bûn. Alîkariya mirovên bi giranî birîndarbûyî dikin."
Dr. Benjamin Ernst jî got, "Li Rojava gelek nexweşên giran hene, lê terapîst kêm in. Ev pirsgirêkeke lojîstîkê ye."
Piştî gotaran di minaqeşeyan de fikra xurtkirina tevneke piştgiriyê ya ji bo Rojava derket pêş.