Ji 2 baskan dimeşin Gemlîkê
Pêncşem 26 Çile 2023 - 00:22
Partî û saziyên Kurdan wê tekildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” 6’ê sibatê ji du baskan ve ber bi Gemlîkê ve bimeşin.
Derbarê mijarê de li avahiya Rêxistina DBP’a Amedê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
Di civînê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk metna Kurdî xwend.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got, ev 22 meh in derbarê rewşa Ocalan de ti agahî nayê wergirtin û got, “Tecrîda Îmraliyê çiqasî giran bibe, welat zêdetir ber bi faşîzmê ve tê kişandin. Li ser vê rastiyê em bang li hêzên demokrasiyê û raya giştî dikin da ku li hemberî tecrîdê bi hestiyar bin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. ”
Ocalan hêviya welatê demokratîk e
Ozturk diyar kir ku ew ê jî li dijî tecrîdê di navbera 6 û15’ê Sibatê de meşeke xurt li dar bixin: “Armanca sereke ya meşa me ya ku bi dirûşmeya ‘Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin’ wê ji Qoser û Geverê dest pê bike û heta Gemlîkê bidome. Li dijî siyaseta xapandinê êdî tehemûla me nemaye. Heta ku ev tecrîda giran li ser Birêz Ocalan rabe, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Li dijî tecrîdê êdî em ne li benda gotinên balkêş, xapînokî û manîpulatîf in, em li benda gavên berbiçav in.”
Di dawiya axaftina xwe de Ozturk ji bo tevlîbûna meşê wiha bang li gel kir: “Birêz Ocalan ji bo me û bi milyonan mirovan hêviya çareseriya demokratîk e. Em bang li gelê xwe dikin da ku xwedî li vîna aştî, azadî û demokrasiyê derkevin û derdorên demokratîk piştgiriyê bidin meşa me.”
AMED