Îtalya firotina NFT’yan betal kir!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:42

Hikûmeta Îtalya firotina hin berhemên hunerî yên weke NFT ku bi riya muzexaneyan pêk dihat betal kir. Hikûmeta Îtalya da zanîn ku wan vê yekê ji bo mîrasa çandî ya Îtalya biparêzin kiriye û dê di demên pêş de derbarê firotina NFT’yan de hin qanûnan derbixin.

Muzexaneya Uffizi ya li bajarê Floransa yê Îtalyayê tevî şirketa Cinello berhemê Michelangelo yê bi navê “Doni Tondo” (1505) bi 240 euroyî firotibû. Piştî firotina berhemê Michelangelo hikûmetê biryar da ku li hember vê yekê bisekine. Ji lewre hikûmeta Îtalya bi fikare ku bêyî destûra muzeyê mîrateya wan ya bi salan weke NFT li gelek ciyên din jî were nîşandan. Her wiha hikûmetê li hember pereyên ku tê kom kirin jî nerazîbûna xwe nîşan da û got ku pereyên ku ji van NFT’yan digihîje muzexaneyan gelek kêm e û divê ev pere bi aweyekî dadwerane were parvekirin.

FLORANSA

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.