- Di rûniştina yekem de îstifaya serokê parlamena Iraqê Helbûsî nehate pejirandin.
Civîna parlamena Iraqê bi tevlîbûna 203 parlamenteran doh pêk hat. Di rûniştina yekem de îstifaya serokê parlamena Iraqê Helbûsî nehate pejirandin.
Parlamena Iraqê doh piştî du mehan bi tevlîbûna 203 parlamenteran civiya. Li gorî bernameya civîna parlamenê, îstifaya serokê parlamenê kete dengdanê û cihgirekî nû ji bo serokê parlamentê hat hilbijartin.
Îstifaya serokê parlamenê Helbûsî nehate pejirandin. Tenê 12 parlamenteran dengê erê bi kar anî.
BEXDA