- Li Îsraîlê bi sed hezaran kes cara 27'an daketin meydanan.
Li Îsraîlê bi sed hezaran kes li dijî reforma edlî ya hikumetê ku cihê nîqaşê ye, cara 27'an daketin meydanan.
Li paytexta Îsraîlê Tel Avîvê û gelek bajarên din Şemiyê êvarê cara 27'an xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin.
Li gorî amadekaran, li Tel Avîvê 180 hezar kes daketin meydanan. Li gorî hefteyên beriya niha tevlîbûn zêde bû.
Piştî ku dawiya meha Adarê hate ragihandin ku 'navber' ji hewldanên qanûnîkirina reformê re hatiye dayîn, danûstandinên bi muxalefetê re bi ser neketin. Hikûmeta rastgir li gel nerazîbûnan jî wê projeyê bixe rojeva parlamenê û ji nû ve bikeve nava liv û tevgerê.
Li gorî pêşnûmayê, derfeta dadgeriyê ya li ser mijara biryardana têkildarî 'maqûltiya' biryarên hikûmetê ji holê radike. Ev hukim wê bi taybetî bandorê li tayînkirina wezîran bike.
TEL AVÎV