Îsraîlê wesayîtek hedef girt

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 23 Çile 2024 - 03:25

Balafireke bêmirov a Îsraîlê li ser rêya giştî ya bajarokê Kefra yê li başûrê Lubnanê wesayîtek bombebaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Herwiha balafirên şer ên Îsraîlê bajarokê Merkeba yê li ser sînorê başûrê Lubnanê bombebaran kir. Artêşa Îsraîlê bi çekên giran derdora bajarên Îtron, Maron El Ras û Yaron ên li başûrê Lubnanê topbaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.