Îsraîlê li milîsên Sûrî da 

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 16 Sibat 2021 - 00:02

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûrî ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişî Sûrî kiriye û 6 milîsên alîgirên hikumeta Şamê hatine kuştin. 
Êrişa bi fuzeyan doh pêk hat. Mala çavdêriyê diyar kir ku gelek fuze beriya ku bigihêjin hedefa xwe ji aliyê pergala parastina hewayî ya Sûrî ve hatine şikandin. Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan got “6 milîsên ne ji Sûrî, mirine.”

Ajansa nûçeyan a Sanayê ya ku girêdayî hikumeta Şamê ye xwe spart çavkaniyên leşkerî û diyar kir ku Îsraîlê ji Golan û Celîleyê fuze berdane.

Ji dema ku şerê navxweyî ya Sûriyeyê dest pê kiriye, ji sala 2011’an û heta niha Îsraîlê bi sedan êrîşên hewayî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.